Ev 3 sal e li Cerablusê pişaftin didome

Îro salvegera sêyemîn a dagirkirina Tirkiyê li Sûriyê ye. Tirkiyê texmîn dikir ku dê karibe bi rêya çeteyên DAIŞ‘ê planên xwe di herêmê de pêk bîne.

Roja 24‘ê Tebaxa 2016‘an piştî vekişandina DAIŞ‘ê ji bajêr, Tirkiyê bi artêş û çeteyên xwe êrîşî bajarê Cerablusê kir.

Dîroka dagirkirinê ya ji aliyê dewleta Tirk ve gelek daneyan diyar dike. Piştî ku çeteyên DAIŞ‘ê di Minbicê de 12‘ê Tebaxê  şikestin, Tirkiye hîn bû ku şerê bi wekîlan têrê nake ku dê berjewendiyên wê pêk bîne.

Di 24‘ê Tebaxa 1516‘an de artêşa Osmanî piştî ku li hemberî Memalîkan di şerê Mircdabiqê de (nêzî Helebê) bi ser ket, êrîşî Rojhilata Navîn kir.

Di demekê de artêşa Tirkiyê jî Sûriyê dagir kir, cîgirê serokê Amerîkayê yê wê demê Barack Obama, John McCain li Tirkiyê bû.

23‘yê Tebaxa 2016‘an anku beriya dagirkirinê bi rojekê, Tirkiyê pêşwaziya serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.

Dagirkirina Tirkiyê li herêmên rojavayê  çemê Firatê ku di bin serweriya hêzên Rûsyayê de bûn, bêyî erêkirina Rûsyayê ne pêkan bû.

Hemû dane diyar dikin ku dagirkeriya Tirk bi erêkirina navdewletî û herêmî bi rê ve diçe ku armanca wê ya sereke dagirkirin û parçekirina Sûriyê ye.

Dagirkeriya dewleta Tirk bi van nêzîkatiyan hewl dide Mîsakî Millî pêk bîne, yanî herêmên ji Helebê heta Kerkûkê dagir bike.

Di encamê de dibe ku Tirkiye di pêkanîna planên xwe de bi ser ket, lê piştî 3 salan ji dagirkirinê li deverên Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn û beşên ji Idlibê û Hemayê alozî, guhertina demografîk, asîmîlekirin, revandin, kuştin, dizî û talankirin bê navber berdewam dike. Ev yek têkçûna armancên wê, xilasbûna ji krîza li Idlibê eşkere dike ku dibe bibe dawiya xeyalên Erdoganê ên mêtingeriyê.

ANHA


Mijarên Din