Etiyopyayê tijîkirina bendava Nehdayê derewand

Wezîrê avê yê Etiyopyayê Selici Bikkeli nûçeyên têkildarî tijîkirina bendava Nehdayê, derewand.

Ajansa Associated Press a Amerîkî li ser zimanê wezîrê Etiyopyayê ragihand ku nûçeyên dibêjin welatê wî dest bi tijîkirina bendava Nehdayê kiriye, ne rast in.

Bikkeli got: "Wêne yên barana zêde bûn."

Ev daxuyanî û daxuyaniya wezîrê avdanê yê Etiyopyayê ji radyoya Etiyopyayê re û radoyay Vana`yê re ku gotibû welatê wî dest bi tijîkirina bendav kiriye re, li hev nayên.

Radoyêyê li ser zimanê wezîr ragihandibû ku avakirin û tijîkirina bendavê berdewam dike.

Li aliyê din, Wezareta Avdanê ya Sûdanê diyar kir ku rêjeya ava çemê Nîl bi qasî 90 milyon m3 paş ketiye, ev yek tê watiya ku Etiyopyayê deriyên bendava Nehdayê girtine.

Wezaretê tedbîrên yekalî yên beriya gihîştina lihevkirineke der barê bendava Nehdayê de, red kir.

(cx)


Mijarên Din