Eşîrên Tebqayê: Li dijî dagirkeriyê hevgirtineke xurt pêwîst e

Rûspî û eşîrên herêma Tebqayê ji bo geşedanên dawî der barê êrîşa Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê de îro civîneke berfireh li dar xist.

Di civîna ku li bajarokê Hemam ê li rojhilatê bajarê Tebqayê de, rûspî û nûnerên eşîrên herêmê beşdar bûn.

Di civînê de hate gotin êrîşa Tirkiyê gava yekemîn a vegera dagirkirina DAIŞ`ê li herêmên ku QSD`ê rizgar kirin ye, hate destnîşankirin ku armancên dagirkeriya Tirkiyê  ji wiha berfireh in.

Rûspiyan bal kişandin ser çalakiyên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê yên ji destpêka êrîşa Tirkiyê, ku gelek êrîş li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn û gotin gelek aliyan ji ev rewş qezenc kir.

Rûspiyan li ser girîngiya rekrêziya refan û seferberiya li dijî dagirkeriyê li hev kirin û destnîşan kirin ku mezin û ciwanên eşîran amade ne li enyên şer li gel QSD‘ê bisekinin.

Her wiha her kesî li ser girîngiya yekbûna gelan û serferberiya hemû şêniyên eşîran ku beşdarî eniyên şer bibin û li kêleka QSD`ê şer bikin, li hev kirin.

Rûspiyên eşîran gotin ku dehan şêniyên eşîran amade ne beşdarî qadên şer bibin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din