Eşîrên Tebqayê: Em ê bi QSD`ê re di eniyên berxwedanê de bin

Eşîrên herêma Tebqayê bi rêya 3 daxuyaniyan diyar kir ku ew ê heta dawiyê li dijî gefên Tirkiyê yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bin û ew ê bi QSD`ê re di eniyên berxwedanê de cihê xwe bigirin.

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên wê di derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de, eşîrên El-Wehib, El-Hiwîwat û El-Sixnê daxuyaniyên cuda dan û li dijî gefên dewleta Tirk helwesta xwe zelal kir.

Bi rêya daxuyaniyên her sê eşîran piştgiriya xwe ji bo QSD`ê diyar kir û wiha hate gotin: "Wekî çawa li kêleka QSD`ê me şerê DAIŞ`ê kir û xaka xwe paqij kir, îro em dubare dikin ku em li ser soza ne û em ê vê hevgirtinê bi hêzên xwe yên QSD`ê re dewam bikin û di eniya berxwedanê de bi wan re bin."

‘Divê civaka navneteweyî helwesta xwe diyar bike’

Eşîran di daxuyaniya xwe de ji civaka navneteweyî û raya giştî xwest ku careke din li bêdengiya xwe vegerin û helwesta xwe li hember faşîzma Osmaniyên nû diyar bikin, îro civaka navneteweyî li pêşiya siyaseta Tirkiyê bê çare ye, her tiştî dibîne lê bêyî ku tev bigere, eger banga mirovatiyê dikin, divê tev bigerin û helwesta xwe diyar bikin.

‘Divê pêkhateyên gelê Sûriyê hev bigirin’

Eşîran teqez kir ku divê hevgirtina hemû pêkhateyên gelê Sûriyê di bin rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş de li hemû xaka Sûriyê, ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were û wiha hate gotin: "Divê em li rastiya dîroka xwe vegerin ku faşîst rastiyê berovajî dikin. Rastî, hevgirtin û yekbûn e da ku em parastina xaka xwe bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din