Eşîrên Tebqayê îdiayên Erdogan derewandin û xwest ku artêşa Tirk ji Sûriyê derkeve

Eşîrên Ereb ên li herêma Tebqayê îdiayên Erdogan ku beriya çend rojan daxuyandibû ku dijminahiya xwe li Sûriyê li ser xwesteka gel û qebîleyên herêmê pêk hatiye, derewandin. Her wiha tekez kirin ku ji roja destpêkirina êrişên dagirkeriyê li ser herêmê, eşîrên herêmê seferberî ragihand.

Beriya çend rojan Erdogan di civîneke partiya xwe de, îdia kir ku hebûna hêzên xwe li Sûriyê li ser xwesteka gelê Sûriyê ye û heta ku gel daxwaz neke, artêşa wî ji Sûriyê dernakeve.

Li ser wê yekê eşîrên Ereb li herêma Tebqayê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.

Daxuyanî ji aliyê mezinê qebîleya El-Welde ku qebîleya Ereban a herî mezin e li herêma Tebqayê, Ebd El-Latîf El-Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de şêxên eşîran destnîşan kir ku plan û îdiayên li derve tên kirin û dibêjin ku gelê herêmê xwestiye çeteyên artêşa Tirk a dagiker bikevin herêmê, îdiayên derew û xapînok in ku ji aliyê xwediyên kesayetên lawaz û xayînan ve tên kirin.

Di daxuyaniyê de bang li endamên eşîran hate kirin ku li pişt Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yekrêziya xwe ava bikin û li dijî êriş û gefên ku ewlehiya herêmê û gelê ku axa xwe ji çeteyan rizgar kir û azad dixin xetereyê, li ber xwe bidin.

Her wiha bang li vivaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê hate kirin ku biryarên ku derdixin, pêk bînin û xwedî helwestên diyar û zelal bin. Her wiha hate gotin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê deqeke reş e li ser eniya mirovahiyê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rojên berê de gundê Xirbê ku 20 km li bakurê rojhilatê Girê Spî dikeve, di navbera eşîra Bûxemîs ya Ereban û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra de şer rû da. Di şer de 4 kes ji eşîra Bûxemîs û 2 çete hatin kuştin. Ev şer wek bersivdayîna li dijî binpêkirinên çeteyan li herêmên ku vê dawiyê dagir kirine û dijwarbûna rewşa jiyanî rû da.

 

)cx)

ANHA

 


Mijarên Din