Eşîrên Sûriyê bang li welatên Ereban kir

Şêxên eşîrên Sûriyê diyar kir ku Bakurê Sûriyê herêma herî ewle ye û tekez kir ku ew nahêlin Tirkiye derbasî xaka Sûriyê bibe.

Çalakiya mertalên zindî ya li gundê Minbetih ê Girê Spî yê li beramberî sînorê Tirkiyê bi tevlêbûna girseyeke mezin a şêxên eşîrên herêmên cuda yên Sûriyê wekî parêzgehên Hema, Hums û Derayê li gel şêxên erîşên Bakurê Sûriyê didome.

Şêxên eşîran têkildarî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrînên xwe ji ajansa me parve kirin.

Şêxê eşîra Bûwalî, Ebid Mihemed El- Nehar ku ji parêzgeha Hemayê hatiye, dibêje: "Em hemû sûrî ne, em hatine Bakurê Sûriyê da ku li rex şêniyên wê li hemberî dagirkeriya Tirk bisekinin. Şêniyên Bakurê Sûriyê ew jî zarên vî welatî ne, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nûnertiya wan dike. Em nahêlin dagirkeriya Tirk xakeke nû ji Sûriyê dagir bike. Çawa gelê Sûriyê dewleta Osmanî derxist, dikare niha jî wê ji Bab, Cerablus, Idlib, Efrîn û heta Lîwa Îskenderon derxe. "

Şêx Ebid Mihemed El-Nehar destnîşan kir ku Bakurê Sûriyê ji herêmên herî ewle ye, şêniyên wê erka parastina xak û gelê xwe girt ser xwe û wiha domand: "Rejîma Sûriyê û Erdogan hevkar in, herêmên Sûriyê bi hev vediguhêzin, bi rêya guhertina demografiya Efrîn a Sûriyê ya bi niştecihên Xûta û bermahiyên terora Tirkiyê lê dimînin, gendelî û nîjadperestiyê di nava gelê Sûriyê de belav dikin. Çima li Idlib, Bab û Cerablusê xwîn tê rijandin, çima rejîm li hemberî binpêkirinên rojane ku li dijî xelkê me yê Sûriyê tên kirin, dengê xwe dernaxe."

Şêxê erîşa Bûwalî, girîngiya ku rejîma Sûriyê helwesteke cidî li hemberî dagirkeriya Tirk bigire, destnîşan kir û teqez kir ku gelê herêmê nahêle dagirkeriyeke nû ya Osmanî li ser xaka Sûriyê dubare bibe.

Şêx Ebid Mihemed El-Nehar di dawiya axaftina xwe de bang li hemû êşîrên Ereb kir li kêleka wan bisekinin û destekê bidin doza wan û got yên beriya sedan salan Osmanî derxistin, dikarin niha jî derxin.

Şêxê eşîra El-Emûr, Mihemed El-Umer ji parêzgeha Humsê tev li çalakiya mertalên zindî dibe û ev tişt got: "Ji konê şeref û rûmetê me xelkê Bakurê Sûriyê yê berxwedêr ê li ser sînor li dijî gefên Tirkiyê sekinîne, silav dikin. Em hemû sûrî ne, ferq û cudahî di navbera me de nîn e. Êrîşa li ser Til Ebyedê (Girê Spî) di heman demê de êrîş li ser Hums û tevahî herêmên Sûriyê ye. Li ser vî esasî divê em bi yekrêzî li hemberî dagirkeriya Tirk ku gelek herêmên me dagir kirine, bisekinin."

Şêx Mihemed El-Umer wiha domand: "Em li dijî gefên Tirkiyê ne, em bang li gelê Tirkiyê dikin ku li hemberî Erdogan bisekine ku hewl dide dewleta Osmanî zindî bike."

Şêxê eşîra El-Emûr got: "Divê Erdogan dev ji fikra dagirkirina xaka Sûriyê berde, ji ber ku em ê li dijî wî bisekinin. Mixabin rejîma Sûriyê bi bêdengiya xwe piştgiriyê dide planên Tirkiyê."

Şêxê eşîra El-Emûr, Mihemed El-Umer di dawiya axaftina xwe de bang li serokeşîrên Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê kir ku li xwe vegerin û wiha got: "Tirkiye dewleteke dagirker e, heger xetereyek li ser wê were dê we bifiroşe, divê serokên Ereban jî tev bigerin û sînorekî ji Tirkiyê re deynin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din