​​​​​​​Eşîrên Şedadê: Rûsyayê şewqa kesek daye dagirkeriya Tirk

Rûspiyên eşîrên navçeya Şedadê ya girêdayî Hesekê gotin: “Armanca artêşa Tirk ji komkujiyan ew e ku li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseta tikirinê bide meşandin. Rûsyayê şewqa kesek daye Tirkiyê, lewma êrişî  xaka Sûriyê dike.”

Artêşa Tirk a dagirker di demên dawîn  êrişên xwe yên li ser  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye û raste rast sivîlan dike hedef. Li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e, ev jî tê wateya ku komkujiyên dagirkeran erê dikin.

Rûspiyê eşîra Miamira û keyê Ezawî, Remûd Ezawî got: “Tirkiye li herêmên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan pêk tîne û dixwaze bajarên dagirkiriye wekî Lîwaa Îskenderonê ya dagirkirî  bi ser xaka xwe ve bike.”

Ezawî di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em heta dawiyê piştevanên QSD`ê dikin. Em ê parastina xaka xwe bikin, em tu carî terka bohostek ji erdê xwe nekin, li gel vê yekê baweriya me bi hêzên me heye û bi hevgirtina pêkhateyên li herêmê em xwedan îradeyeke xurt in."

'BÊDENGIYEKE ECÊB HEYE, NÎŞANA HEVPEYMANAN E'

Ezawî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye rizqê xelkê wêran dike, ji genim bigire heta bi ceh û şewitandina dan û dexlên nêzî herêmên ku dagirkiriye. Xelkên herêmê bi darê zorê koçber kir, bi hemû rê û rêbazan sûcan pêk tîne. Bi van sûcan pîvanên navneteweyî yên ku banga aştîtiyê dikin, bipê dike. Li hemberî vê yekê civaka navneteweyî bê deng e, ev jî dide nîşan ku hevpeymanên derbekirina ewlehî û aramiya herêmê hene. Rûsya wekî welatekî garantor e, lê dîsa jî li hemberî sûcên dewleta Tirk tu helwest nîşan nade. Ev jî nîşan dide ku hevkariyê Rûsyayê bi Tirkiyê re heye.”

Rrûspiyê eşîra Milhim, Hemza El-Keûd axivî û  bal kişand ser hevgirtina di navbera eşîran û QSD`ê de kû li dijî terorîstan parastina pêkhateyên herêmê dikin.

Hemza El-Keûd got: “Tirkiye dewleteke dagirker e û hewldana berfirehkirina cografiya ku dagirkiriye dike. Nakokî xist navbera pêkhateyên ku ji beriya hezarên salan bi hev re dijîn, ji ber jiyana hevbeş li xweşa Tirkiyê neçû.”

Çavdêrên Karûbarên Sûriyê diyar kirin ku di civîna dawîn a di navbera Rûsya-Tirkiyê û Îranê de, li ser derbekirina QSD`ê li hev kirin û ev jî dê bi rêya Tirkiyê û bi erêkirina Rûsya û Îranê pêk were.

(eh)

ANHA


Mijarên Din