Eşîrên Minbicê: Em li pişt hêzên xwe yên ku parastina herêmê dikin in

Şêxên eşîrên Minbic û Gundewarên wê piştrast kir ku ew bi Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ne da ku parastina herêmê ji tevahî gefên derve û hundir bikin. Her wiha şêxên eşîran eşkere kir ku dagirkirina dewleta Tirk red dikin û amade ne li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî xaka Sûriyê bisekinin.

Îro cîvînek der barê rewşa siyasî bi beşdariya bi dehan rûspî û şêxên eşrîên bajarê Minbic û Gundewarên wê û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û Gundewarên wê, Meclisên Leşkerî yên Mibic û Babê li bin konê çalakiyê yê ku li naverast bajêr hatiye vedan de, li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Xebatê Farûq El-Maşî, bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbic û Gundewarên wê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Xêr Ibo û bi navê Meclida Leşkerî ya Mibicê fermandarê Meclisê Îbrahîm El-Binawî, axivîn.

Axêveran der barê rewşa siyasî ya ku di berxwedana li Serêkaniyê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker rû dide şîrove kir. Her wiha axêveran da zanîn ku bi saya keda şervanan, tevahî cîhan li dijî dewleta Tirk a dagirker tev gerî.

Axêveran îşaret bi rola eşîran a li dijî tevahî êrişên ku gelên herêmê ku bi hev re di bin bana biratiya gelan jiyan dikin de kir û piştrast kir ku hevgirtin rêbaza yekane ya têkbirina dewleta Tirk a dagirker e ku çawa terora DAIŞ’ê têk biriye.

Di dawiya şîrovekirina rewşa siyasî de, şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Minbic û Gundewarên wê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla Şêx Îbrahîm El-Şilaş ve hat xwendin. Tê de hat piştrastkirin ku dagirkirina dewleta Tirk a herêmê red dikin û her wiha soza sekna li kêlek Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Ewlekariya Hundirîn da.

Daxuyaniya eşîrên bajarê Minbic û Gundewarên wê wiha ye:

"Em wek şêx û rûspiyên bajarê Minbic û Gundewarên wê li gel hêzên xwe yên leşkerî yên bi nûnertiyên Meclisa Leşkerî ya Minbic û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Sivîl, in. Her wiha bi yek refî li dijî êrişên hovane yên ji hêla hikumeta Erdogan û çeteyên wî li tevahî Sûriyê û bi taybet li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, disekinin.

Ji ber hedefa Erdogan ne parastina ewlehî û aramiya herêmê ye. Lê belê armanca wî ya sereke mayîndekirina aloziya Sûriyê. Her wiha jî êrişên li dijî Bakurê Sûriyê ku bi navê qaşo Kaniya Aştiyê ye, lê berovajî wê ye ku kaniya terorê ye. Di êrişên xwe de piştî ku hêzên me aramî û ewlehî bi dayîna 11 hezar şehîd û û zêdetirî 24 hezar birîndar pêk anîn, gelên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî hedef digire û binesaziya herêmê wêran dike. Bi saya hêzên me gelek destkeftî pêk hatin û terora ku tevahî herêm azara wê dikişand, têk bir. Lê hikumeta dewleta Tirk û çeteyên wê ku hevalbendê wê DAIŞ bi destê hêzên me hatiye têkbirin, qebûl nekir. Ji lew re êrişên xwe yên bi armanca tevliheviya herêmê, dizîn û talankirina xêr û berê wê, ji nû ve dest pê kirin. Ev tevahî jî bi bihaneyên ku dixwaze şêniyên koçber vegerîne herêmên wan. Lê belê hedef guhartina demografiya herêm bi koçberkirina şêniyên wê yên resen in, wek çawa li Efrînê pêk anîne.

Ji lew re em wek şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li raya giştî ya cîhanê, NY’yê  û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li gel şêniyên sivîl bisekinin da ku ji vê bêserûberiya mexolî ya barbarî rizgar bibin.

Ji ber ku niha di rewşeke aram û ewle de dijîn û her wiha bi her şêweyî êrişên osmanî qebûl nakin."

(fr)

ANHA 


Mijarên Din