Eşîrên Igêdat li gundewarên Dêrazorê li hev kom dibe

Di van kêliyan de eşîrên qebîleya Igêdat ên gundewarên Dêrazorê ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê, dicivin. Tê payîn ku di dawiya civînê de daxuayniyek were dayîn.

Eşîreya Begar a girêdayî qebîleya Igêdat ji bo nîqaşkirina bûyerên dawîn ku li herêma Dêrazorê çêbûne, bang li rûspiyên qebîleyên eşîra Igêdat kir ku bicivin.

Di van kêliyan de rûspî û serokên eşîrên Igêdat li gundê Beyda yê bajarokê Sewr li bakurê Dêrazorê li hev dicivin.

Nêzî 3 hezar rûspî û şêxên eşîrên qebîleya Igêdat, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif, her wiha şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê tev li civînê bûne.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxisitn, civîn ji bo nîqaşkirina rewşa herêmê tê lidarxistin.

Her wiha hat destnîşankirin ku di dawiya civînê de dê daxuyaniyek ji raya giştî were dayîn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din