Eşîrên Hesekê ji bo têkbirina dagirkeriya Tirkiyê seferberî ragihandin

Rûspî û nûnerên eşîrên kantona Hesekê seferberî û pêşkêşkirina hemû derfetan ji bo têkbirina êrîşên Tirkiyê ragihandin û daxwaz ji saziyên civaka navneteweyî û hêzên desteka aştiyê dikin kir, ku gefên dewleta Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin rawestandin.

Rûspî û nûnerên eşîrên Kurd, Ereb, Sûryanî-Aşûr û Êzidiyên kantona Hesekê li navenda têkiliyên giştî ya QSD`ê li bajarê Hesekê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir, da ku li pêşiya gefên Tirkiyê yên dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.

Daxuyanî bi beşdarbûna dehan rûspiyên eşîran pêk hat, Serokê Meclisa Eşîra El-Cebûr Fewaz El-Zobi daxuyanî xwend û wiha got:

"Em wek rûspiyên eşîrên li bajarê Hesekê ji Ereb, Kurd, Sûryan, Aşûr û Êzidiyan li dijî gefên Tirkiyê yên dagirkirina xaka me Sûriyê li Bakur û Rojhilatê welêt a bihinceta avakirina herêma ewle, disekinin.

Em teqez dikin ku êrîşên Erdogan ên sûc û berfireh ji dema derbasbûna çeteyên Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê li herêmên me re û dagirkirina parçeyên mezin ji xaka Sûriyê, dest pê kirin.

Em wek rûspî û nûnerên eşîrên bajarê Hesekê bang li hemû saziyên civaka navneteweyî û hêzên desteka aştiyê dikin ku van gefên ji xaka me re bidin rawestandin, her wiha em teqez dikin ku em ê li kêleka QSD`ê bisekinin û parastina xaka xwe bikin, her wiha em seferberiyê radigihînin û em ê hemû derfetan pêşkêş bikin da ku van gefên ji xaka me re têk birin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din