Eşîrên herêmê: Yekitî hêz e

Êlên eşîrên Tirbespiyê daxuyand ku bi hevgirtina gelên herêmê û bi taybetî ya Kurd û Ereban dê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û hêzên dijber û dagirkeran têk bibin. Her wiha destnîşan kir ku divê eşîrên herêmê ciwanên xwe û gelên herêmê ji xeteriyê hişyar bikin û ji bo parastina xaka xwe îradeya xwe xurt bikin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û tevî ku gelek aliyan hewl da îrade û destkeftiyên herêmê têk bibe, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî û ewlehiya herêmên xwe parast.

Gelek aliyan xwest fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê û bi taybetî di navbera Kurd û Ereban de, belav bike. Lê belê bi hevgirtina gelê herêmê rê li dagirkirina herêmên Sûriyê hat girtin û di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek serkeftin pêk hatin û komên çete û di serî de DAIŞ hatin têkbirin.

Ev hevgirtin beriya çend salan jî pêk hatibû, dema ku gel bû yek û serxwebûna Sûriyê sala 1946`an ragihand. Bi wê yekê serdema mêtîngeriya li herêmê ya bi dehan salan bi dawî bû.

Biratiya gel li xweşiya gelek sîsteman nehat û di serî de dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek şane û kesên bi Tirkiyê û hikumeta Şamê re kar dikin, girt. Di lêpirsînan de eşkere bû ku armanca wan derxistina fitneyê û derbkirina biratî Kurd û Ereban e.

Êlên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibînin ku bi yekitiya eşîran dê teror li herêmê têk biçe û dê kes nikaribe fitneyê derxîne û projeya demokratîk têk bibe.

BI HÊZA XWE TEROR TÊK BIRIN       

Serokê Desteya Êlên Eşîran a navçeya Tirbespiyê û yek ji êlên eşîra Keskê Elaa El-Dîn Ehmed ji ANHA`yê re wiha axivî: "Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava tenê gelê Kurd parastina herêmê dikir. Lê belê dema ku pêkhateya Ereb têgihişt ku dijmin ne tenê gelê Kurd dike hedef lê belê hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, piştgiriya gelê Kurd wekî erkeke xwe dît."

Ehmed destnîşan kir ku bi tevlêbûna pêkhateya Ereb ji Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, tevneke qewîn a yekitiya Kurd û Ereban û hêzeke xwe dispêre biratiya gelan, ava bû. Ehmed wiha domand: "Dema ku biratiya gelan li herêmê pêk hat, Hêzên Sûriya Demokratîk jî pê re ava bû ku ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê. Pêkhateyên ku tev li QSD`ê bûne, xwestin herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê biparêzin. Bi rastî jî çeteyên DAIŞ`ê têk birin."

YEKITÎ HÊZ E..

Ehmed wiha pê de çû: "Em hemû dizanin ku dagirkeriya Tirk dijminê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bi êrişên xwe dixwaze hemû pêkhateyan tune bike. Lê bi hevgirtina pêkhateyan me gelek serkeftin û destkeftî bi dest xist."

Her wiha destnîşan kir ku ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker, divê gelên herêmê yekdest bin û piştgiriya QSD`ê bikin û wiha domand: "Heke eşîrên Kurd û Ereb bibin yek, em ê terorê li herêmên xwe  tune bikin. Ji ber ku yekitî hêz e."

Ehmed tekez kir ku divê ev hevgirtina Kurd-Ereban dewam bike û got: "Xwîn û xaka gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek e. Ji ber ku em xwediyên vê xakê ne, em ê wê biparêzin û herêmên xwe û destkeftiyên xwe ji dagirkeran biparêzin."

DIVÊ GEL ZANA BE DA KU ÎRADEYA XWE XURT BIKE Û XAKA XWE BIPARÊZE

Endamê Desteya Êlên Eşîran a navçeya Tirbespiyê û êlê eşîra El-Sede El-Ehlaliyîn Mihemed Hesen jî tekezî bi girîngiya yekitiya Ereb û Kurdan di vê qonaxê de kir û got: "Bi yekitiya netewî ya Kurd û Ereban em ê piştgiriya QSD`ê bikin, ku herêmê ji dagirkeriya Tirk û ajanên hikumeta Şamê diparêze.î

Hesen îşaret bi girîngiya avakirina yekitiyeke netewî kir û wiha got: "Da ku em biratiya Kurd û Ereban li herêmên xurt bikin,  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê rizgar bikin."

Girêdayî erkên ku di vê demê de dikevin ser milê eşîran, Hesen destnîşan kir ku divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zana be da ku îradeya xwe xurt bike û xaka xwe ji êriş û binpêkirinan biparêze.

Hesen wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê gelê Kurd û Ereb bibe yek, da ku bigihînin hemû maf û daxwazên xwe."

(cx)

ANHA


Mijarên Din