Eşîrên Ereb li Tebqayê destekdayîna xwe ji bo QSD`ê careke din dûbare kirin

Şêx û rûspiyên herêma Tebqayê helwesta xwe ji bo destekdayîna Berxwedana Rûmetê li dijî dagirkriya Osmaniya nû û çeteyên wê nû kir û îşaret bi girîngiya hevgitina gelên herêmê li ser rêgeza biratiya gelan û girêdana wan bi dîroka wan a berxwedêr, kirin.

Rûspî û nûnerên eşîrên herêma Tebqayê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji raya giştî re parve kir, daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêxê eşîra El-Miwalî Ibêd El-Nehar hate xwenidin.

Ibêd El-Nehar wiha got: "Di van rojan de şerê taybet heye, ew yek bi rêya belavkirina fitneyan di navbera pêkhateyên gelên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek aliyan jî ev rêya bi qirêj bikar anîn, wan ji bîr kirin ku gelê me bi îrade û welatparêziya xwe ve girêdayî ye, gelê ku bi biratiya gelan bawer dike.”

El-Nehar diyar kir ku destkeftiyên dîrok ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beramberî terorê pêk anî, bi rêya hevgirtina xwe, mînak e ku bi hev re li dijî hemû êrişan li ber xwe bidin, El-Nehar wiha domand: "Em nexwazin li dîrokê demdirêj binêrin, da ku her kes binêre ku şêniyên vê herêmê di şerê li dijî DAIŞ`ê pêşkêş kir, me 11 hezar şehîd û bi hezaran birîndaran jibîr nakin, me xizmetguzariyekî ji hemû mirovahiyê re pêşkêş kir, me hemû cîhan ji terorê xelas kir."

Di dawiyê de El-Nehar îşaret bi yekbûna helwesta eşîrên Ereb li herêmê ya redkirina dewleta Tirk a a dagirker kir û wiha got: "Ji vir em careke din helwesta xwe li dijî terora Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal dikin, em banga aştiyê dikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din