Eşîra Şerabîn a li Iraq û Sûriyê banga hişyariyê li eşîrên Dêrazorê kir

Gelek aliyan, bi taybet rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker êrişeke çapemeniyê li dijî QSD’ê dane destpêkirin. Hedefa wan êrişan jî şerderxistin û fîneya di nava eşîrên Ereb de ye. Her wiha têkildarî wê berdevkê eşîra Şerabîn a li Iraq û Sûriyê şêx Mihemed Arif hişyarî da eşîran.

Bi hedefgirtina berdevkê eşîra Igêdat şêx Metşer El-Hefel re, hikumeta Esed tevahî dezgehên xwe yên çapemeniyê li ser fîtne û şerderxistina di navbera şêniyan de bi kar anîn. Bi wê re jî li herêmên rojhilatê Dêrazorê bi taybet li bajarokên Hiwayic, Zibyan û Şihêl tevgerên xirabkirin û leşkerî çêbûn.

Derbarê wê de, şêx û rûspiyên eşîrên Ereb bang li QSD’ê kirin ku destwerdan û serweriyê bikin, bendên kontrolê yên leşkerî zêde bikin, bi ser komên çekdar de bigirin. Her wiha QSD’ê bi rêya oparasyonên xwe hejmareke ji şaneyên hikumeta Esed ên ku plana hedefgirtina kesayetên eşîrt û leşkerî dikirin girtin.

QSD’ê di 29’ê Tîrmeha borî de kesê bi navê Abdurezaq Newaf El-Qetî yê ku li herêma Şedadê belavok belav dikir, girtin. ANF’ê bi El- Qetî re hevpeyvînek çêkir. Di belavokan de banga avakirina hêza bi navê "Berxwedana Ereb a çekdar" hat kirin, ku serokên rûspiyên eşîr û endamên meclisên herêmê hedef bigirin.

Qetî piştrast kir ku istîxbarata Sûriyê ew ji bo hedefgirtina rûspiyên eşîr û endamên meclisên herêmî yên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkdar kiriye.

PARTIYA BAASÊ…DAXUYANIYÊN LI SER ÇÊKIRINA FÎTNEYÊ

Piştî aliyên ewlehiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastiya li herêmê diqewime eşkere kir,  partiya Baasê daxuyaniyek da ku tê de hedef û peymanên zelel hebûn. Her wiha tê de bang li zêdekirina tevger û belavkirina aloziyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ew daxuyanî jî handana (tehrîdkirin) eşkere ya hedefgirtina şêx û rûspiyên eşîran e.

‘HEWLDANA HEDEFGIRTINA EŞÎRÊN EREB’

Têkildarî mijarê, berdevkê eşîra Şerabîn a li Iraq û Sûriyê Şêx Mihemed Arif wiha got: "Tişta li Dêrazorê dibe, derfetgirtina eşkere ya eşîreyên ereb û belavkirina fîtneyê di navbera QSD’ê û eşîreyên Ereb de ye. Divê eşîrên Ereb ên li Dêrazorê ewlehî û aramiya herêmê biparêzin, her wiha li pey propagandayên hin aliyan neçin."

‘QSD, NÛNERTIYA HERKESÎ DIKE Û CIHÊ RÛSPIYÊN EŞÎRAN LI CEM QSD’Ê PÎROZ PÎROZ E’

Şêxê eşîreya Şerabîn Mihemed Arif wiha destnîşan kir: "QSD, nûnertiya hemû sûriyan dike, her wiha hin alî hene hewl didin bi rêya şerê çapemeniyê fîtneyê têxin navbera şêniyên Dêrazorê, armanca wan jî ew e ku li herêmê tevlîheviyê çêbikin.”

Afir wiha da zanîn: "Ne ji berjewendiya hêzên ku Dêrazor ji terorê rizgar kiriye rûspiyên wê hedef bigire. Berovajî wê li gel QSD’ê û fermandarên wê cihê rûspî û şêxên eşîreyan pîroz e û agirê di navbera şêniyên wê de vedimirîne. Bi wê re jî sûdwarên van hedefgirtin û êrişan komên terorîst ên ku ewlehî, aramî û aştiya şêniyan hedef digirin in."

‘BI HER OPERASYONEK QSD’Ê LI SER ŞANEYÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê RE, HEWL DIDIN FÎTNEYAN ÇÊKIN’

Şêx Arif destnîşan kir ku piştî her pêngaveke ku QSD li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê pêk tîne, hin alî kesayetên navdar ên ji eşîreyan hedef digirin, da ku tevliheviyê bikin û kedên QSD’ê ji bo têkbirina terorê asteng bikin.

‘DIVÊ LI HEMBER LÎSTOKAN HEVGIRTÎ BIN’

Şêxê eşîra Şerabîn Mihemed Arif şêniyên Dêrazorê hişyar kir û wiha got: " Divê şêniyên Dêrazorê li pey lîstokên aliyên dijber ku hewl didin fîtneyê çêkin û şêniyên ji herêmê koçber bikin, neçin. Her wiha divê şênî li hember vê komployê hevgirtî bin."

Mihemed Arif bang li tevahî eşîreyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî dewletên Ereb kir ku bi lez destwerdanê li vê komploya ku hin alî hewl didin fîtneyê bixin nava eşîreyên Ereb û şêniyên herêmê de, bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din