Eşîra El-Cewale: Destên derve li pişt hedefgirtina şêxan in

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd diyar kir ku hêzên derve dixwazin bi rêya hedefgirtina êl û şêxên eşîran fitneyê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxin û got: "Li dijî van kiryaran pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êl û şêxên eşîran yek dest in."

Piştî ku li herêma Dêrazorê  pêngavên tunekirina terorê yên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê destpêkirin, destên derve hewl didin ku fitneyên di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de derxin da ku armancên xwe yên mêtîngeriyê pêk bînin. Bi taybetî dewleta Tirk ku hemû hêza xwe ya îstixbaratê ji bo derbkirina pêkhateyên herêmê û lawazkirina civakê, xistiye tevgerê.

Bi armanca tunekirina bermahiyên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li  gundewarên Dêrazorê ku şêx û êlên eşîran dike hedef û hewl dide fitenyên di nava pêkhateyan de belav bike, Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokên El-Şehîl û Hewayêc ku navendên bicihbûna şaneyên DAIŞ`ê ne, pêngavên paqijkirinê dest pê kir.

DESTÊN DERVE  ÊLÊN EŞÎRAN HEDEF DIGIRIN

Yek ji şêxên eşîra El-Cewale ya herêma Cizîrê şêx Ebdulrehman El-Reşîd diyar kir ku eşîrên herêmê  xwedî nirx û pîvanên mirovahiyê ne û wiha got: “Hedefgirtina şêxên eşîran hewldaneke aliyên derve  ye. Dixwazin yekitiya civakê derbe bikin û di nava pêkhateyên herêmê de fitneyê derbixin.”

Ebdulrehman El-Reşîd tekez kir ku aliyên şêx Feysal Beşîr El-Hiwêdî beriya du salan li Reqayê hedef girt, niha şêxên Qebîleya El-Igêdat hedef digirin û hewl didin ku projeyên hêzên derve dewam bikin. El-Reşîd wiha got: "Li dijî van kiryarên dûrî nirx û pîvanên gelê Sûriyê, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êl û şêxên eşîran yek dest in."

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd da zanîn ku pêkahteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekitiya xwe civakeke hevgirtî ava kirin, lewra hêzên derve dixwazin civakê ji hev bixin û serweriya xwe ferz bikin.

El-Reşîd bang li hemû eşîr û şêxan kir ku dateyên bûyerên hedefgirtina şêxan eşkere bikin û diyar kir ku bûyerên diqewimin şerekî derve ye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din