Eşîra El-Bosalim: Hewl didin fitneyê bixin navbera gelên Kurd û Ereb

Rûspiyên eşîra El-Bosalim ên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku angaşt û îdiayên derew ên ku hin aliyan li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê gotine, bi mebesta hewldanên fitne û jihevkirina di navbera gelên Kurd û Ereb de ne û wiha pirs kir "Ka ew sûcên li ser nîqaş dikin li ku ne?

Di vê dema dawîn de komeke ku xwe wek çîna rewşebîr û rûspiyên herêma rojhilatê Sûriyê ya Reqa, Dêrazor û Hesekê bi nav dike, îdiayên ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê li dijî pêkhateyên herêmê binpêkirinan pêk tînin, belav dikin. Her wiha der barê bersivdana van îdiayan de hin rûspiyên ji eşîrên herêma Cizîrê wiha got: "Heke îdiayên wan rast in, ka bila nîşane û delîlan bînin."

Têkildarî mijarê şêx Ehmed Bedran Salim, şêxê eşîra El-Bosalim a ji qebîleya Şerabîn e, wiha got: "Ev îdia derew, QSD’ê û Rêveberiya Xweser xêr û ewlehî ji herêmê anî. Ka ew sûcên ku ew îdia dikin heta ku em bi xwe li ser wan bisekin, heke durist bin."

Ehmed Bedran Salim bal kişand ser ku zarokên wan di nava QSD’ê de şer dikin û parastina herêmên xwe dikin, ev jî mafek û li ser tevahî kesên li ser vê erdê dijîn erkek e û destnîşan kir ku van hêzan gelê herêm bi tevahî pêkhateyên xwe bê cudahî rizgar kir.

Salim kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirku tu mafên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Sûriyê tune ne û wiha anî ziman: "Yên ku xaka Sûriyê diparêzin ciwanên me yên sûrî ne. Lê belê yên ku li ser pişta tangên Tirkiyê hatine, xaka Sûriyê dagir kiriye û sûrî kuştine divê destpêkê der barê sûcên pêk anîne werin lêpirsînkirin."

'DIVÊ LI PEY KESÊN TEVLIHEVIYAN ÇÊDIKIN Û XWEFIROŞAN NEÇIN'

Salim da zanîn ku QSD’ê û Rêveberiya Xweser bang li yekitiya sûrî-sûrî, vekirina deriyê diyalogê di navbera sûriyan de û bi destxistina gel a azadî û edaleta mutleq dike û banga parçebûnê nake û wiha axivî: "Her kesê Rêveberiya Xweser bi cudakariyê tewanbar dike, gotina wî bi mebest e, diruşma Rêveberiya Xweser tevahî dizanin ku yekitiya xaka Sûriyê ye."

Salim bang li şêniyên herêmê kir û wiha got: "Erka me parastina herêmê bikin û tev li QSD’ê ku parastina ewlehî û aramiya herêmê dike, bibin. Her wiha divê eşîrên Ereb ciwanên xwe zana bikin, li pey fîtne û xwefiroşan neçin."

Yûsiv Abduosman El-Ebo rûspiyekî ji eşîra El-Bosalim e ku ji gundê Ebtex Salim e, têkildarî îdiayên derew wiha eşkere kir: "Ev bi hewldana jevkirina yekitiyê ye û çarenûsa wê binkeftin e, em tevahî yek in û di yek xendekê de ne. Her tiştê li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê tê gotin derew in. Heke di kesên wan îdiayan de dikin xêr hebe bila biçin Serêkaniyê û xakên Sûriyê yên dîtir ku dewleta Tirk dagir kirine, rizgar bikin."

El-Ebo di gotina xwe wiha pê de çû: "Li vir xwîna me tevlihev bû û bi ser ketin. Tu kes girîngiyên nade van îdiayan, tenê gotegotên çapemeniyê ne û hedefên wan têkbirina tecrûbeya demokratîk a li herêmê ne. Em dizanîn çi li herêmê çêdibe û kî di oxira ewlehî û aramiya wê de dixebite. Kesên me tewanbar dikin û van îdiayan dikin bila werin û bibînin kî ji bo Sûriyê tê dikoşe."

El-Ebo bang li tevahî alî û hêzên aktîf ên têkildarî dosyaya Sûriyê kir ku piştevaniya Rêveberiya Xweser û alîkariya wê bikin û wiha bi dawî kir: "Herêma ku di Sûriyê de bi taybet bi ewle û armatir e û di Rojhilata Navîn de bi giştî, herêmên Rêveberiya Xweser e."

(fr)

ANHA


Mijarên Din

QSD‘ê 17 çete girtin