​​​​​​​Eşîra Berîc bang li eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku piştevaniya QSD’ê bikin

Eşîra Berîc bang li şêniyên eşîra Agîdad kir ku piştgiriya QSD’ê bikin û wiha got: “Şane û ajanên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê hewl didin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin û fîtneyê di nava pêkhate û eşîreyan de biçînin.”

Eşîra Berîc a Reqayê têkildarî tevlîheviya ku li Dêrazorê derketiye daxuyaniyek da. Şêxê eşîra Berîc Şêx Elî Mehmûd bi beşdariya bi dehan ji şêx û rûspiyên herêma Kerame ya Reqayê daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji her şêniyek azad, bi rûmet û li ber berjewendiyên welatê xwe û rihên şêniyên herêmê dikeve re.

Em îro li vir bi rûmet sekinîne û bang li tevahî cîhanê dikin  û piştrast dikin ku xaka me yek e. Em ê parastina nasnameya Sûriyê bikin û piştevaniya QSD’ê ku hê jî di oxira azadiya welat û şêniyan de qurbaniyan dide, bikin.

Hê welatê me azarên şer, wêrankirin, dîmena penaberî û koçberiyê dikişîne. Hê birînên xwe derman dikin. Destkeftiyên me li kêrî hêzên mêtînger ên derve û hevkarên wan di serî de dewleta Tirkiyê, Îran û rejîma Baasî nehatin. Her wiha hewl didin ji van rewşan derfet bigirin, hişbirê di nava ciwanan de belav bikin, bi mejiyên wan bilîzin, bi pereyan bixapînin û bixin nav şerê li Lîbyayê. Her wiha di vê dawiyê de bi hedefgirtina rûspiyên herêmên Ereb û afirandina nijadperestiyê di navbera eşîreyan de hewl didin fîtneyê biçînin, jiyana hevbeş têk bibin.

Hê jî eşîrên li herêmên me hêza ewlehî û aktîf li hember tevahî hewldanên derbekirina projeya neteweya demokratîk e ku rûmeta mirovahiyê û rastiya hebûna wê diparêzin.

Tişta îro li Dêrazorê pêk tê ku tê de ciwanên bûn qurban, lîstoka komplogeran e ku dixwazin fîtneyê têxin nava gel ku ciwanên xwe ji bo parastina xak û welat kirine qurban.

Divê li hember vê merheya hesas ji hemû merheleyên dîtir zanatir bin. Ji ber merheleykî piştî 4 salan ji ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şêniyên wê bi xwe xwe bi rê ve dibin, pir hesas e.

Em îro li vir bi rûmet disekinin û tevahî sûcên tevliheviyê ku li herêmên me bi rêya hin biyanî û xwefiroşan pêk tên, şermezar dikin. Her wiha bang li yekitiyê li hember dagirkerên ku dixwazin me vegerînin nuqteya sifrê, dikin.

Divê parastina welat, gel, destkeftî û ciwanên xwe bikin, her wiha hêza xwe bidin avakirina welat û li hember komplogeran û berjewendîparêzan bin.

Bijî Sûriya azad a demokratî ya pirrengî ya nenavendî. Hilweşe ajan, na ji fîtneyê re, bijî biratiya gelan.

Rûspî û şêniyên herêma Kerame."

(fr)

ANHA


Mijarên Din