Esper: Tirkiyê hevkarekî bawerî pê nayê

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper diyar kir ku di dema niha de Tirkiyê rêbazekî siyasî ku ne li gorî metoda DYA`yê pêk tîne. Her wiha da zanîn ku êdî Tirkiyê hevkarekî bawerî pê nayê.


Wezîrê Parastinê yê Amerîka Mark Esper li Meclisa Têkiliyên Derve ya New York daxuyand ku Tirkiyê di demên niha de Tirkiyê rêbazekî siyasî ku ne li gorî metoda DYA`yê pêk tîne.

Esper hişyarî der barê rola Rûsya û Çînê di demên pêş de li qada navneteweyî de da.

Di bersiva pirsa der barê hevkariya bi Enqere re, eger Washington  wê weke hevkarê pê bawer dibîne, Esper wiha got: "Tevgera Tirkiyê ne tevgera hevkarê  pê bawer e, ew di rêyeke berojavî DYA`yê re dimeşe."

Esper got: "Tirkiyê gelek astengî danîn pêşiya planên NATO`yê û destwerdana Sûriyê kir, vê yek jî baş nabînim."

Her wiha Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê parastina zêdebûna lêçûna leşkerî ku serok Donald Trump ji hevkarên DYA`yê daxwaza wê dike, kir û diyar kir ku NATO nikare hemû lêçûnên dewletên ku xwe li ser ên din ava dikin, tehmûl bike.

Esper wiha domand: "DYA’ ji sedî 3.5 ji berhema xwe ya herêmî ji bo parastina wê û hevkarên wê dide, lê dewletên din ji sedî 1 ji bo parastinê didin."

Esper diyar kir ku bi salan e wan daxwaz ji hevkarên xwe yên Ewropî dikin ku hîna bêhirtin alîkariyê di NATO`yê de bikin, lê wan nekir.

Esper di dawiyê de wiha got, DYA, Rûsya û Çînê weke dijberên sereke dibîne û der barê derfetên wan ên di mecala asîmanî de bi fikar e.

(jo)


Mijarên Din