Mark Esper ji Tirkiyê xwest ku piştgiriyê bide plana NATO`yê ya parastinê ji dewletên Baltîkê û Polonyayê re bike û ew yek beriya civîna NATO`yê ya îro li Londonê pêk hat.
Di hevpeyvîneke li gel Ruetersê beriya lûtkeya NATO`yê, Esper hişyarî da Enqereyê ku tiştê ku Enqere wek gef dibîne, hemû kesên di NATO`yê de bi wî rengî nabînin. Esper diyar kir ku ew destekê nadin ku Enqere YPG`ê wek rêxistineke terorîst bi nav bike.
Her wiha Esper bang li Enqereyê kir ku bala xwe bide zehmetiyên mezintir ku rastî NATO`yê tên. Esper nameyek da Enqereyê û wiha got: "Divê Tirkiye hevkariyê bi plana NATO`yê ya der barê dewletên Baltîkê û Polonyayê de bike û nikarin wê bidin rawestandin ji ber metirsiyên Tirkiyê."
Der barê pirsa ku eger Washington YPG`ê wek rêxistineke terorîst bi nav bike, Esper wiha got: "Ez wê yekê erê nakim. Helwestên me zelal in, ez texmîn dikim ku dê NATO jî wiha bike."
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gef li NATO`yê xwaribûn û wiha gotibû: "Eger NATO diyar neke ku rêxistinên em pê re şer dikin terorîst in, em ê dijberên planên wê li Baltîkê bin."
(jo)