‘Eşkerê bû ku dagirkirina Sûriyê bi erêkirina rejîmê re pêk hat’

Têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê siyasetmendaran diyar kir ku dagirkirina Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê eşkere bû ku bi erêkirina rejîma Sûriyê pêk hatiye û got: “Dewleta Tirk bêyî piştgiriya dewletan nikare derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe.”

Beriya demekê berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dewleta Tirk bêyî destûra rejîma Sûriyê nikare derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe. Zaxarova di daxuyaniyê wiha gotibû: “Divê ev pirsgirêk bi rêya diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şamê de çareser bibe.”

Tirkiyê Cerablus, Bab, Ezaz û Idlib li bakurê rojavayê Sûriyê bi erêkirina Rûsyayê li gorî lihevkirina Astanayê dagir kirin. Sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî û hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed ev hişyariya Rûsyayê ji ajansa me re şîrove kir.

‘Rejîma Sûriyê derbasbûna dewleta Tirk bo Sûriyê erê kiribû’

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî Cemal Şêx Baqî ji bo daxuyaniya Rûsyayê got: “Ev tê wateya ku dagrikirina dewleta Tirk li Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê bi erêkirina rejîma Sûriyê pêk hatiye. Rûsya bazarên erzan bi dewleta Tirk re dike.  Jixwe hin bazarên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de wekî Xûta û Helebê hişt dewleta Tirk derbas bibe bakur û rojhilatê Sûriyê. Îro Rûsya li ser kûrkirina nakokiyên di navbera dewleta Tirk û NATO’yê de kar dike.  Hevdîtinên dawîn di navbera Amerîka û dewleta Tirk de ser lihevkirina hin xalên sereke ji bo awayên ewlekariya sînor de, planên Rûsyayê bi ser neket. Rûsya hewl dide têkiliyên dewleta Tirk û Amerîkayê xerab bike û ji bo wê daxuyaniyên wiha belav dike.”

‘Stratejiya Rûsyayê teng, kurt û li gorî bazaran e’

Şêx Baqî destnîşan kir ku Rûsya peyamekê dide ku Rêveberiya Xweser bi rejîma Sûriyê re bikeve nav guftûgoyan û got: “Ji bo pêşxistina guftûgoyan her deriyê me vekirî bû lê rejîma Sûriyê qebûl nedikir. Her wiha Rûsyayê jî tu roleke erênî ji bo rêvekirina guftûgoyan pêk neanî.  Ji 2015’an ve bi awayekî rasterast Rûsya derbasî Sûriyê bûye û Sûriye bêyî Rûsya jî nikare tu biryaran bide. Heger Rûsya guftûgoyan di navbera me û rejîma Sûriyê de dixwaze bi pêş bikeve, çima heya niha ev pêk neanî? Stratejiya Rûsyayê teng, kurt û li ser bazaran e. Her demekê stratejiya xwe li gorî berjewendiyan diguherîne.”   

‘Dewleta Tirk bêyî piştgiriya dewletan nikare derbasî herêmê bibe’

Şêx Baqî diyar kir ku di roja roj de çavê dewlata Tirk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: “Rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê cuda ye û deweta Tirk nikare derbas bibe. Vê herêmê amadekariya xwe baş kiriye, gelê herêmê ev 8 sal e di nav şoreşê de ye û ev herêm dorpeç nekirine. Rûsya û rejîma Sûriyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn ku bi dewleta Tirk re bazaran bikin. Dema ku rejîma Sûriyê û Rûsya li Astanayê digot ‘tiştên li rojhilatê Firatê çêdibin parçekirina Sûriyê ye û metirsiyeke mezin digihînê ewlekariyê’ li paş vê gotinê veşartî rêdan heye. Lê hin bazarên wan guherîn. Li herêmê heke hevbendiya navdewletî û Amerîka rê nede dewleta Tirk, rêdana rejîma Sûriyê û Rûsyayê zêde ne girîng e.”  

‘Serweriya rejîma Sûriyê nemaye’

Şêx Baqî anî ziman ku rejîma Sûriyê bi piranî bi şîretên Rûsya û Îranê dimeşe û got: “Rejîma Sûriyê nikare bi serê xwe tiştan qebûl bike. Ji ber biryarên xwe ji Rûsya û Îranê digire. Heger ne wiha be, serweriya wê li ku ye û çawa derbasbûna dewleta Tirk ji Sûriyê re qebûl kir? Bi tena serê xwe biryar neda û bi erêkirina Rûsyayê dewleta Tirk derbas kir.” 

‘Tekiliyên veşartî derketin ser avê’

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed jî diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê hêzên bazaran li ser axa Sûriyê dikin, stratejiya wan diyar bû û got: “Di stratejiya Rûsyayê de jî tekiliyên wê û dewleta Tirk eşkere bûn. Rûsya di daxuyaniya xwe de dibejê derbasbûna dewleta Tirk bi erêkirina rejîma Sûriyê re pêk were. Rûsya vê daxuyaniyê çima di dagirkirina Efrînê de nade?  Ev têkiliyên veşartî yên di navbera rejîma Sûriyê û rejîma AKP’ê de derketin ser avê. Heger Rûsya rastî jî yekitiya axa Sûriyê dixwaze, em di projeya xwe de bi israr in. Projeya me jî Sûriyeyeke nenavendî ye. Her wiha dagirkirina dewleta Tirk di hundirê Sûriyê de li dijî hemû zagonên navneteweyî ne.”

ANHA


Mijarên Din