Esed û şandeyeke Rûsî hevdîtin kirin

Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed û şandeyeke ji wezaretên derve û parastinê ya Rûsyayê hevdîtin pêk anîn.

Di daxuyaniya serokatiya hikumeta Sûriyê ya li ser malpera xwe ya facebookê hatiye weşandin de hate gotin: "Hevdîtin li ser kongreya navneteweyî ya derbarê koçberan de ku tê payîn meha bê li Şamê were lidarxistin, her wiha li ser xebatên ku herdu alî dikin da ku ev kongre encamên êrênî bide bû, ku azarên koçberên Sûriyê kêm bike û derfet ji wan re bê dayîn da ku vegerin welatê xwe û li jiyana xwe ya asayî vegerin."

Her wiha hate gotin: "Herdu aliyan astengiyên li pêşiya kongreyê nîqaş kirin, nemaze hewldanên hin dewletan ên qedexekirina wê û binpêkirina wê, yan jî pêkanîna zextan ser dewletên ku dixwazin beşdar bibin."


Mijarên Din

Li Efganistanê teqîn