Esber: Xuyaye dewleta Tirk sûcên şer li Bakurê Sûriyê pêk tîne

Wezîrê berevaniya Amerîkayê Mark Esber îro got, girtekên dawîn ên ku hêzên dewleta Tirk ji destpêka êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne xuyaye "Sûca şer e".

Wezîrê berevaniya Amerîkayê di hevdîtina xwe de li ser toreya CBC ya amerîkî gotinên weşangera toreyê ku reftariyên dewleta Tirk li dijî bakurê Sûriyê sûca şer e dema dimenên qetilkirina çeteyên girêdayî dewleta Tirk sivîlan re pêşendan erê kir.

Esber got: "Rewşa wir gelek tirsdar e. Tirkan bûn sedema wê rewşê. Ruxmî ku em dijberî derketin lê biryar da ku êrîş bike."

Ruxmî ku Esber kirinên tirkan destnîşan kirin, lê îşaretpê kir ku dê hezar leşkerên amerîkê ji Bakurê Sûriyê wek beşek ji "Vekişandinek nirxandî" werin vekişîn. Tevî wê jî wezîrê berevaniyê pirsa weşangera toreyê girêdayî gelo vekişîna DYA`yê ji Bakurê Sûriyê û radestkirina operasyonan ji Tirkiyê re  `Paşdeçûn e`, Esber got: "Ez wê bi vî şêwazî wesf nakim. Lê me nexwest hêzên amerîkî bixin xeteriyê."

Esber wiha domand: "Ruxmî nerazîbûna me lê dewleta Tirk êrîş kir. Em li gorî berjewendiyên leşkerên xwe tev digerin, em naxwazin wan bixin xeteriyê."

(şx)


Mijarên Din