Ersîn Çelîk: Fîlma Sûrê di sînemaya kurdî de qonaxeke nû ye

Derhênerê fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ Ersîn Çelîk, filma ku li ser berxwedaniya Sur'ê hatiye çêkirin di sînemeya Kurdî de weke qonaxe ke nû pênasekir û got, “Li gorî me rêya herî baş a nîşandana rastiyan ji hêla sînemaya kurdî ve, ew e ku kesên ku ew rastî bi xwe dîtine, di nav wan xebatan de cihê xwe bigirin.”

Fîlma bi navê ‘Ji bo Azadiyê’ ji 13’ê Çileyê ve li Rojava derdikeve pêşberî temaşevanan. Dî fîlmê de qala berxwedana 100 rojan a ciwanên Kurd ên di sala 2016’an de li navçeya Sûr a Amedê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dan, tê kirin. 

Kişandina fîlmê di sala 2018’an de li Kobanê dest pê kir ku ew bi xwe jî bajarekî din ê berxwedanê ye. Fîlm balê dikişîne ser berxwedana komeke ciwanên Kurd a bi serkêşiya fermandar Çiyager a li navçeya Sûrê. 

Fîlm di 13’ê Çileyê de li Rimêlanê û di 14’ê Çileyê de jî li Qamişlo hate nîşandan û eleqedariyeke zêde ji bo fîlmê hebû. Derhênerê fîlmê Ersîn Çelîk diyar kir ku ev eleqedarî li mîhrîcanên Hindistan û Pakistanê jî hebû û destnîşan kir ku fîlm di şert û mercên giran de hatiye kişandin lê belê heke kêm be jî rastiya mêtingerî û berxwedana li dijî wê ya li Kurdistanê nîşan bide, tiştekî têra xwe girîng e.

Çelîk diyar kir ku dema ku wan dest bi kişandina fîlmê kiriye, şerê li dijî DAIŞ’ê li Reqayê dewam dikir û piştre jî dewleta Tirk a dagirker êrişî Efrînê kir.

Çelîk fîlm wek qonaxeke nû di sînemaya kurdî de pênase kir û got dema ku wan dest bi kişandina fîlmê kiriye, ji bo wan şert û mercên fizîkî pir ne girîng bûne, li şûna wê fikara wan a herî mezin ew bûye bê ka dê bikarin rastiya berxwedana Sûrê nîşan bidin an na.

Nirxandina derhênerê fîlma ‘Ji bo Azadiyê’ Ersîn Çelîk wiha ye:

DEMA KU WE EV FÎLM DİKİŞAND ŞERT Û MERCÊN WE ÇAWA BÛN Û ASTENGİYÊN DERKETİN PÊŞ VE Çİ BÛN?

Me di destpêka sala 2018’an de li Kobanê dest bi kişandina fîlmê kir. Fîlm ji sedî 90-95 li Kobanê hate kişandin. Li Kobanê jî fîlm li taxa Gumrikê hate kişandin ku berxwedan li wê derê bi pêş ketibû. Hinek sahne jî li Qamişlo hatin kişandin. Her wiha me hinek dîmenên Amedê jî bi kar anîn. 

Dema ku me dest bi kişandina fîlmê kir, şer dewam dikir. Operasyona Reqayê hebû. Êrişên li dijî Efrînê hebûn. Dîsa êriş li dijî gelek deverên herêmê hebûn. Di nav şert û mercên wisa de kişandina fîlmê bi rastî jî zehmet bû. Ne hêsan bû ku mirov lîstikvanekê/î yan jî malzemeyan bîne. Dîsa kesên ku ji vî karî û teknîka wê fêm dikir, anîna wan a Rojava pir zehmet bû. 

Kadroyeke berfireh a fîlmê heye. Lê ew kadro komek bû ku bi rastî jî dixwest bixebite û baweriya wan bi hewcedariya xebateke wiha hebû. Wek ekîba fîlma Sûrê, me baweriya xwe pê anî ku em dikarin vê fîlmê çêkin. Helbet bi destek û fedakariya gelê Kobanê jî me ev fîlm kişand.

WE QALA ZEHMETİYAN KİR. BO NİMÛNE, DEMA KU WE TEKNÎK Û KESÊN PİSPOR ANÎN ROJAVA, WE Çİ ZEHMETÎ KİŞANDİN?

Sînor bi piranî girtî bû. Mesela me carinan alavên teknîk bi rêya rojnamevanan derbas kirin. Helbet hinek tişt jî li vir hebûn lê zehmetiya esas ne ev bû. Tişta herî zehmet, aliyê psîkolojik ê xebatê bû.

Heke mirov bixwaze rastiyeke wiha bike fîlm, pir zehmet e. Pirsa gelo em ê bikarin heqê berxwedana li Sûrê bidin, pir girîng bû. Şert û mercên me zehmet bûn. Di nav şert û mercên wisa de, helbet zehmet bû ku em heqê rastiyeke wiha bidin. Fikara vê yekê hebû.

Lê belê me jî got jixwe heke her tişt amade be, wê demê her kes jî dikare vî karî bike. Me şer û mercên Kurdistanê û rewşa heyî hesab kirin. Me got  dibe ku şer dewam bike, heta roj bi roj berbelav û kûrtir jî bibe. Lê belê me dîsa jî xebata xwe dewam kir, me got divê di her şert û mercekî de em xebatên xwe yên hunerî dewam bikin.

Mesela wê demê li Efrînê rewşa dagirkirinê hebû, şer dewam dikir. Me jî nîqaş dikir ka divê hunermend li hemberî vê yekê çi bikin. Ji ber vê yekê jî me got divê sînema nesekine, xebatên me dewam bikin û em fîlma xwe bibin serî.  

Ev jî parastina welat bû. Di vê parastinê de bi hunerê cihê xwe girtin bû. Helbet ji bo parastin û berevaniya welat berxwedana çekdarî esas e, lê bi pêşvebirina ziman, çand û hunerê jî divê tevkarî li vê parastinê bê kirin.  

DİVÊ MİROV CİHÊ FÎLMA WE YÊ Dİ NAV SÎNEMAYA KURDÎ DE ÇAWA PÊNASE BİKE, DÊ BANDOREKE ÇAWA LÊ BİKE?

Kurd li gelek cihan xebatên sînemayê pêk tînin. Lê mirov dikare bibêje ku di halê hazir de ev xebat hinekî ji hev belav in. Ev xebat li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat dewam dikin.

Lê belê fîlmên mezin bi produksiyonên mezin re tên çêkirin. Lê me digot em nikarin wisa bikin. Lê belê piştî vê fîlmê êdî em ê bibînin ku em dikarin bi produksiyonên mezin jî van xebatan bikin.

Ya din jî; ji bo fîlmên bi kurdî xwebawerî pir  girîng e. Mesela lîstikvanên vê fîlmê, jixwe ew hîs û dilîniya fîlmê berê jî di nav jiyana rasteqîn de dîtibû. Mesela Rûbar Şervan piştî fîlmê di berxwedana li Heftanînê de şehîd bû. Ew lîstikvan nebû. Lê li gorî me, rêya herî baş a nîşandana rastiya jiyanî ya sînemaya kurdî, ew e ku kesên di jiyana xwe de ew rastî dîtiye, di van xebatan de cihê xwe bigirin. Yên ku vê rastiyê herî baş nîşan bidin, ew bûn. Em bi vê yekê bawer dikin. Helbet kesên hem li ber kamerayê hem jî li paş kamerayê bûn, jixwe di nava wê rastiyê de dijiyan. Lewma jî heke em bi rastî bixwazin, em dikarin vî karî bikin.  

Niha rastiyeke wiha jî heye; belê rast e em di sînemayê de amator in. Ji ber ku pir zêde tecrubeya me ya çêkirina fîlman tune ye. Me fîlm çêkir lê paşxaneyeke me ya ku tecrubeyeke têrtijî çêke, nîn e. Lê me got her çend tecrubeya me têrê neke jî em dikarin bi awayekî profesyonel bifikirin. Sloganeke me ya sereke jî ev bû. Belê em amator in lê me got em dikarin bi plansazî û disîplîna xwe bibin profesyonel û karên mezin jî bikin. Lewma jî me helwesta ‘em nikarin bikin, em bikin jî encax ev qas e’ hema bêje qedexe kiribû. Me bi derfet û tecrubeya xwe dizanî lê armanca me ew bû ku bi ya heyî em tişta herî baş bikin.

Me ev cesareta xwe ji ku derê digirt? Helbet me ev ji rojnivîskên Sûrê digirt. Divê li welatekî hunermed û rewşwenbîr jî bi qasî şervanan wêrek bin. Ev yek girîng e.

Em qala berxwedana 100 rojan a Sûrê dikin, gelek nimûneyên wê yên din ên berxwedanê hene. Lê ev berxwedan veneguhastine sînemayê. Xelîl Uysal 20 sal berê ev yek kir, fîlm kişandin. Lewma divê em wêrek bin. Ez bawer dikim ku dê ev fîlm ji bo sînemaya kurdî vê cesaretê jî çêke. 

Bİ FÎLMA SÛRÊ HÛN TEV Lİ ORGANÎZASYON AN JÎ PÊŞBİRKÊN Lİ QADA NAVNETEWEYÎ BÛN?

Em beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Kolkatayê ya li Hindistanê bûn. Fîlma me eleqedariyeke zêde dît. Hejmara temaşevan zêdetirî kapasîteya salonê bû. Helbet bandora meraqa der barê bûyerên li vê derê de jî li ser vê yekê heye. Lê belê aliyê xwe yê din ê balkêş jî ew e ku ev rastî di fîlmekê de tên nîşandan.

Bo ninmûne, biryar hatibû dayîn ku di Mîhrîcana Fîlman a Kalkotayê de fîlm tenê carekê were nîşandan lê belê ji ber daxwaza zêde, fîlm du caran hate nîşandan. Bandoreke zêde li mirovan kir, heta hinek kes digiriyan. Dîsa li vê derê jî wisa dibe. Li Rimêlan û Qamişloyê jî eleqedariyeke zêde ji fîlmê re çêbû. Niha jî dê di 23-25’ê vê mehê de li Rotterdamê di mîhrîcanê de bê nîşandan. Dûre jî dê di mîhrîcanên din de nîşandana fîlmê dewam bike.

(bb)

ANHA


Mijarên Din