Ermenên Reqayê: Em li pêşberî qirkirineke etnîkî rû û bi rû ne, cîhan jî temaşe dike

Ermenên li bajarê Reqayê dimînin qirkirinên ku tirkên Osmanî beriya 100 salan der heqê pêşeyên wan de pêk anîn bûn bi bîr xistin û gotin: "Êrîşên niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dişbihên wê. Heger civaka navdewletî tevnegere em ê li pêşberî qirkirinekê rû bi rû bimînin."

Li bajarê Reqayê bi dehan malbatên Eremîn hene ku pîşeyên wan piştî qirkirina Osmanî ya der heqê wan de di sala 1915‘an reviyane û li herêmmê bi cih bîne.

Azarên ermeniyên li Reqayê bi dagirkirina DAIŞ‘ê re li herêmê careke din zindî bûn. Çeteyên DAIŞ‘ê ku li ber destê dewleta Tirk perwerde dîtine û fikrê wan girtine heman kirinên ku Osmanî û piştre dewleta Tirk pêk tînin, ji serjêkirin, destavêtin, ferzkirina fidyeyan bi navê "Kavir" û hwd dûbare dikin.

Ermeniyê bi navê Mesîs Nesrî axaftinên bavê xwe yên li ser komkujiyên osmaniyan yên di salên 1914 û heta 1922‘an de bi bîr tîne ku di encamê de bi milyonan kes bûne qurbûnî. Mesîs destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker koçberkirina niştecihên resen e û guhertina demografyayê hererêmê û îşaret bi dagirkirina Efrîn, Cerablus û Ezaz kir.

Nesrî destnîşan kir ku Osmaniyan der heqê ermenan de bi hincet û îdiayên ne rast komkujî pêk anîn û wiha domand: "Erdogan ê AKP‘ê heman xeta pêşeyên xwe didomîne, hincet û îdiayan diafirîne da ku komkujiyan der heqê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne. Bi hinceta parastina ewlehiya sînorê xwe li pêşberî çavê civaka navdewletî vê yekê dike, her kesî jî dizane ku ev îdia ji rastiyê dûr in."

Ji aliyê xwe ve ermeniyê bi navê Xelîl Xoce komkujiya Sêfo ya ku Osmaniyan der heqî Suryanan de pêk anîbû bi bîr anî û got: "Osmaniyan komkujiyeke herî qirêj û bi xwîn der heqê Ermen û Suryanan de pêk anîn. Lê heta niha civaka navdewletî dengê xwe nekiriye. Niha bi destê dewleta Tirk komkujî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin û dîsa jî civana navdewletî bêdeng e."

Mesîs û Xoce gotin ew dagirkeriya Tirkên Osmanî û çeteyên qê li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nakin û destnîşan kirin ku heger civaka navdewletî tevnegere ew ê li pêşberî qirkirineke etnîkî rû bi rû bimînin. Herduyan anîn ziman ku ew bi hêza QSD‘ê bawerin ku dê gel ji Osmaniya nû biparêze.

ANHA


Mijarên Din