​​​​​​​Erka xweparastinê dê ewlehiyê li Dêrazorê bide rûniştandin

Rûspiyên Dêrazorê destnîşan kirin ku erka xweparastinê mafek e û divê hemû pêk bînin, ji ber ku divê herêm ji hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê were parastin. Rûspiyan biryara Nivîsgeha Parastinê ya girêdayî erkdarkirina ciwanên Dêrazorê ku erka xweparastinê pêk bînin, erênî nirxand.

Bi armanca parastina ewlehiya herêmê û destekdayîna bi QSD'ê re, Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê piştî şêwiriya bi rûspiyan re, di 10`ê Kanûna borî de biryara erkdarkirina ciwanên Dêrazorê ji bo pêkanîna erka xweparastinê da.

Ji ber gefên dawîn ên li dijî ewlehiya herêmên rizgarkirî yên Rêveberiya Sivîl a pêwîst çêbû ku şêniyên herêmê xwe biparêzin. Ev yek dê bi rêya erka xweparastinê pêk were.

Biryara bicihanîna erka xweparastinê li Dêrazorê, li gorî qanûna bi hejmar 1 a sala 2019`an a têkildarî erka xweparastinê hate dayîn ku meclisa giştî ya Rêveberiya Xweser di 22`yê Tîrmeha 2019`an de li gorî hevpeymana bingehîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derxist.

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê diyar dike ku erka xweparastinê erkek nîştimanî û exlaqî ye. Divê her kesek sînorên welatê xwe, gel û saziyên xwe, civak, jiyana hevbeş, wekhevî û pirrengiyê li gorî rêgezên xweparastinê biparêze, da ku civakek demokratîk û azad ava bibe.

Rûspiyên Dêrazorê destnîşan dikin ku ev biryar li gel rewşa li herêmê, biryareke durist e û rolek di sepandina ewlehiyê de dilîze û hêzên leşkerî xurt dike, da ku herêma Dêrazorê ji xeteriyên heyî were parastin.

Berdevkê êla Merasme ya Dêrazorê Ebûd El-Hisên El-Mersûmî girêdayî biryarê got: “Em jî tev li rizgarkirina herêmên xwe bûn. Erka me ye ku herêmên rizgarkirî di pêvajoya heyî de biparêzin. “

El-Mersûmî bi domdarî got: "Em mêvanperwer û camêr in. Îro ji her demê bêtir pêwîstiya me bi parastina herêmên xwe heye. Divê em destkeftiyên ku li herêmên me hatine bidestxistin, biparêzin. Heke me neparast wê kî biparêze?!

El-Mersûmî piştrast kir ku ew bi biryarê re ne û tu pirsgirêka wan pê re tune ye.

Her wiha El-Mersûmî bang li ciwanên Dêrazorê kir ku berpirsyariyên xwe ji bo parastinê pêk bînin, xwe nedin alî ji ber ku parastina herêmê, erka hemûyan e.

Li gorî biryarê divê ciwanên ku 18 sal temam kirin, vê erkê bi cih bînin. Kesên ku di 1990`an û pê re ji dayîk bûne, heta 6 mehan vê erkê li herêmên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê pêk bînin.

Li gorî berpirsên leşkerî, Nivîsgeha Parastinê ciwanên ku divê tev li erkê bibin, li navendên xwe pêşwazî dike.

Nêrîna rûspiyên êla Şiêtat ê ji bajarokê Şenan Bessam El-Etwan mîna nêrîna El-Mersûmî bû û wê jî girîngiya pêkanîna erka xweparastinê û pêwîstiya bicihanîna hemûya berpirsyariyên xwe ji bo parastina herêmê, piştrast kir.

El-Etwan ji ANHA`yê re axivî û biryara pêkanîna erka xweparastinê di vê pêvajoyê de bi erênî nirxand. El-Etwan wiha pê de çû: “Ev biryareke durist û di cih de ye. Tiştekî asayî ye ku em xwe biparêzin. Dema ciwanên her gundekîwarê xwe biparêzin wê asta binpêkirinên ewlehiyê yên ku rû didin kêm bibe. Ji ber ku ew bi erdnîgariya herêmên xwe dizanin û niştecihên wê nas dikin.”

Li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojavayê bajarê Dêrazorê şaneyên çeteyan çalak bûn. Ev şane rûspiyên herêmê, kesayetên civakî û şervanên QSD`ê dikin hedef.

El-Etwan bang li ciwanên herêmê kir ku erka xweparastinê bînin cih û got ku divê hemû dijberî vê biryarê dernekevin, vegerin dîroka bi êş a herêmê dema hêzên parêzvanên herêmê tune bû û wiha berdewam kir: “Ez amade me beriya ciwanan vê erkê pêk bînin.”

Di dawiya de El-Etwan bal kişand ser girîngiya pêkanîna erka xweparastinê ji bo parastina herêmê û got: “Divê em pêşeroja herêmê biparêzin û ji pêkanîna berpirsyariyan xwe nedî alî.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din