Erika Gonzales Flores: Mîhrîcana Lêlûn nameyeke berxwedan û têkoşînê ye

Endama Komîteya Biryardayînê ya Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî û dîroknasa Meksîkî Erika Gonzales Flores got: "Mîhrîcan derfeteke ku nameyên berxwedanê, têkoşînê û vînê bi çandên din ên cîhanê re parve bike. Fîlmên beşdar berhemeke komî û dîrokî ne û pirsgirêkên li ser astê cîhanê rewa dikin."

Di Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî de dê hejmareke derhêner û sînemager beşdar bibin û dê çavdêriya fîlmên beşdar bikin û ji ber mercên ku herêm tê re derbas dibe û zehmetiyên li pêş tevlîbûna mîhrîcanê, dê ji dûr ve bişopînin. Her wiha dê tevî Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê biryarê bidin.

Komîteya Amadekar ji 7 kesên ji Îtalya, Meksîka, Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Misirê, pêk tê.

Girêdayî mekanîzmeya biryardayînê û xebatên komîteyê di mîhrîcanê de, ajansa nûçeyan a Hawarê bi Endama Komîteya Biryardayînê ya Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî û dîroknasa Meksîkî Erika Gonzales Flores re, hevpeyvîneke taybet çêkir.

HEVPEYVÎN WIHA YE:

Girîngiya birêxistinkirina mîhrîcanê di vê rewşa şer ku welat tê re derbas dibe, çi ye?

Mîhrîcan nameyeke bi hêz e, ne tenê ji bo berxwedanê lê belê ji bo têkoşîna aştiyane û vîna ji bo jiyanê. Şer jiyana gel guhert, ew dan koçberkirin û aramî û mafên wan ên jiyana ewle jê dizî. Lewra, çalakiyeke bi vî rengî rê dide gel ku rewşa xwe biderbirînin û rûmeta mirovahiyê biparêzin. Her wiha mîhrîcan rêbazeke mayîndekirina dîrok û nasnameya gelê Kurd e û parvekirina wê bi çandên din ên cîhanê re, tevî ku ji dûr ve ye jî.

Hûn rewşa sînemaya Kurdî çawa dibînin, rêbazên pêşxistina wê çi ne?

Sînemaya Kurdî di qonaxeke girîng re derbas dibe, ji ber ku li gel belavbûna şewba Koronayê astengiyên nû li pêş wê hene. Wekî em dizanin, derhênerên Kurd li welatên xwe ji ber çavdêriyê û kêmbûna dezgehên çapemeniyê û piştgiriyê, di rewşeke zehmet de kar dikin. Tevî vê yekê jî, wan gelek torên piştgiriyê ava kirin û mercên derhêneriyê yên pêwîst û pêşandana li dayireyên herêmî û derve, peyda kirin. Rojane girîngîdayîna sînemaya Kurdî zêdetir dibe, her wiha çîrokên Kurdî tên kişandin.

Ya girîng ew e ku, çêkerên fîlmên Kurdî çîrokên xwe bi xwe amade dike û ji aliyê cografiya, taybetmendî û zimanên herêman û hwd, pirrengiya mezin a sînemaya Kurdî derdixin. Ez bawer im ku em ê piştgiriya van xebatan bikin ku nîqaşan û pêşandanê li welatê me xurt dikin. Em girîngiyê didin xebatên hunermendên Kurd.

Mekanîzmeyên biryardayîna sînemayê bi giştî bi çi rengî ye?

Gelek pîvanên fermî hene, wekî girêdana bi sînemayê re, reseniya çîrokê û aliyên derhênerî û berhemdariyê û pêkanîna dawî. Ez bi xwe bawer im ku pîvanên şekîl girîng in. Lê belê heke em bala xwe bidinê, her fîlmek ne tenê çîrokeke kesayetî ye, lê belê berhemdariyeke komî û dîrokî ye ku xîtabî nasnameyan dike. Bawer im, ji bo nirxandina fîlmê divê ne tenê aliyên sînemayê di ber çav re bên derbaskirin, lê belê divê aliyê civakî yê berhemdariyê jî bê giritn.

Hûn fîlmên beşdarî mîhrîcanê bûne, çawa dinirxînin?

Tevî pirrengiya xebatên me dîtine, bawer im ku hin xebatên hevbeş ên girêdayî pirsgirêkên cîhanî wekî hawîrdorê, bikaranîna teknolojiyê, koçberiyê, tundî û cudahiyê hene. Rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan gelek in, her fîlmçêkerek li gorî nêrîna xwe çareseriyê dibîne. Bi nêrîna min ev yek mîhrîcanê dewlemendtir dike.

Endamên komîteya biryardayînê her yek li cihekî ye, dê çawa biryaran bidin?

Em ji dûr ve bi rêya teknolojiyê kar dikin ku dihêle em bi hêsanî û bi lez peywendiyê bi hev re deynin. Lê belê ya herî baş ku em bi hev re li heman cihî bin da ku em diyalog û nîqaşan bimeşînin. Lê li gel vê aloziya cîhanî em nikarin wê yekê bikin.

Erika Gonzales Flores a ji Meksîkê, bekeloryos di dîrokê de, macistêr di dîroka navneteweyî de, diblom di lêkolînên birêxistinkirî de ji (Zanîngeha Del Clostro de Sur Juana) û diblom di şerên navneteweyî û çalakiyên lihevanînê ji (Zanîngeha  Iberomericana), standiye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din