Erebistana Siûdî: Em têkildarî şandina Tirkiyê ya çeteyan ji Lîbyayê re bi fikar in

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Emîr Feysel Bin Ferhan got welatî wî têkildarî şandina dewleta Tirk a hejmareke mezin a çeteyan ji Lîbyayê re, bi fikar e.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Emîr Feysel Bin Ferhan ji rojnameyan re daxuyand ku Erebistana Siûdiyê dê piştevaniya keda siyasî ya çareseriya aloziya Lîbyayê bike.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî destwerdana dewleta Tirkiyê li Lîbyayê şermezar kir û der barê şandina dewleta Tirk a hejmareke mezin ji çeteyan ji Lîbyayê re metirsiyên xwe anîn ziman.

Fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter îro wiha gotibû: "Divê YE rola xwe ya çavdêriya şandina çekan û çeteyên Sûriyê û Tirk ên terorîst ji Terablusê re bi rêya dewleta Tirk tên şandin, pêk bîne, her wiha em alîgiriya hebûna dewriyeyên Ewropayê dikin da ku dewleta Tirk çekan û çeteyên neşîne Terablusê."

(fr)


Mijarên Din