Erebistana Siûdî: Em destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê red dikin

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan diyar kir ku welatî wî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê red dike.

Wezîrê karê derve yê Erebistana Siûdî di civîna duyemîn a Parlamentoya Erebî de ku li paytexta Misrê Qahîreyê li dar ket, axivî û wiha got: "Em destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin, em bang li dewletên erebî dikin ku helwesteke cidî der barê destwerdanên Tirkiyê yên li herêmê de nîşan bide."

Her wiha serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîlê Salih, Erdogan tawanbar kir ku mîrasên zilma Osmaniyan li Lîbyayê dubare dike û tekez kir ku dê artêşa Lîbyayê di operasyona rizgarkirina Terablusê de bidome.

Eqîlê Salih destnîşan kir ku civaka navneteweyî mecliseke serokatiyê li Terablusê ava kir, rê da Tirkiyê ku destwerdana Lîbyayê bike, her wiha da xuyakirin ku dema meclisa serokatiya Lîbya bi dawî bû.

(jo)


Mijarên Din