Ereb, Ermen û Tirkmen: Na ji şerê qirkirinê yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re

Pêkhateyên kantona Şehbayê bang li rêxistinên hiqûqnas û civaka navdewletî kir ku li hember şerê qirkirinê yê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk tê, berpirsyar bin.

Ajansa ANHA’yê nêrînên pêkhateyên Tirkmen, Ermen û Ereb ên li kantona Şehbayê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wergirtin. Şêniyan piştrast kir ku êrîş û dubarekirina senaryoya Efrînê li herêmên dîtir red dikin.

Şêniya bi navê Rîhab Cibo ya ji pêkhateya Tirkmen, wiha got: "Em wek pêkhateyên li kantona Şehbayê ji Kurd, Ereb û Tirkmen li dijî êrîşên hovane yên berberî ne ku li dijî mafên şêniyên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî pêk tên."

Rîhab wiha pê de çû: "Armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê Kurd e. Lê belê dewleta Tirk a dagirker heta niha nizane ku ne tenê li hember gelê Kurd e, lê hember tevahî gelên herêmê yên ku bi fikra neteweya demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser bawer kiriye ku tevahî dijminatiyên bi mafên gelên serhildêr de bi dawî kiriye."

Rîhab anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê dijminê gelekî ye, lê belê dijminê tevahî gelên li Bakurê Sûriyê ye û wiha got: "Lê belê dê yek bimînin. Heke armanca dewleta Tirk a dagirker tenê şerê Kurd e, dê li kêleka Kurdan bibin yek ref. Em ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker re amade ne. Ji niha ve biryara tolhildana şehîdên xwe yên ku bi xwîna xwe ewlehî û aramî li herêmên me pêk anîne. Rêya yekane, heta serkeftinê berxwedan e."

Orîvan Xerîb jî ji pêkhateya Ermen e û wiha da zanîn: "Me tu aştî li herêmên ku dewleta Tirk dagir kiriye, nedîtiye. Lê tişta lê heyî; dizîn, talankirin, revandin û kuştin e."

Orîvan îşaret bi yekitiya tevahî gel û pêkhateyan ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kir.

Umer Elî jî ji pêkhateya Ereb e  û got hedefa Erdogan parçekirina yekitiya gelan û koçberkirina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê wêrankirin û kavilkirin heta dawiyê pêk anî."

Umer Elî bang li rêxistinên hiqûqnas û civaka navdewletî kir ku der barê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hedefa qirkirinê de, berpirsyar bin.

(fr)

 


Mijarên Din