Erdogan xwîna Xaşiqcî firot

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ji bo normalîzekirina têkiliyan bi hêzên herêmî re, di nav de Erebistana Siûdî, Îsraîl û Îmarat hene, beriya kêmtirî salekê ji lidarxistina hilbijartinên serokatiyê ku tê payîn di nîvê Hezîrana 2023`yan de li dar bikevin, însiyatîfên xwe zêde kirin.

Mîrzayê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman çarşemê serdana Tirkiyê kir. Her wiha diyar kir ku her du welat hewl didin “hevkariyê” xurttir bikin. Ev serdan piştî qutbûna têkiliyan a 9 mehan ku bi “Bihara Erebî” re destpê kir û kuştina rojnamevanê siûdî Cemal Xaşiqcî li Stenbolê girêktir bû, pêk hat.

Beşa yekemîn ê lihevanînê, di dawiya Nîsanê de dest pê kir, dema Erdogan serdana Erebistana Siûdî kir û bi mîrzayê wê re rêbazên pêşxistina têkiliyan gotûbêj kirin.

Beriya 3 hefteyan dadgeha Tirk, doza kuştina rojnamevanê muxalif Cemal Xaşiqcî girt. Xaşiqcî, di rojnameya Washington Post de, nivîskarê gotaran bû. Di Cotmeha 2018`an de li konsolosxaneya welatê xwe ya li Stenbolê hate kuştin ku çûbû wir da ku belgeyên zewacê yên destgirtiya xwe ya Tirk wergire.

Enqereyê dosya veguhest desthilata Erebistana Siûdî, piştî ku ew bi pêkanîna vî sûcî tawanbar kiribû. Ev biryar rê li pêşiya ji nû ve danîna têkiliyan bi Riyadê re vekir.

Der barê mijarê de, serokê partiya muxalif a sereke Kemal Kiliçdaroglu gotibû: “Mîna parsekan we li beramber pereyan dosyaya Xaşiqcî veguhast Siûdiyê.”

ARMANCÊN SERDANÊ

Girêdayî armancên serdanê yên nedihat payîn pêk were, analîzvanê siyasî Elî Murad got: “Bê guman wexta serdanê girêdayî amadekariyên lidarxistina civîna Erebî-Amerîkî ye ku dê li Siûdiyê li dar bikeve û serokê Amerîkayê Joe Biden tev lê bibe.”

Murad wiha domand: “Mîrzayê siûdî, xwest xwe serkeftî nîşan bide. Yanî wî di mijara kuştina Xaşiqcî de tu tawîz ji Tirkiyê re pêşkêş nekirin. Di rastiyê de Tirkiyê û serokê wê, tawîz dan, ji ber ku pêwîstiya Tirkiyê bi sermiyanê siûdî û îstîsmarên wê hene, li gel rewşa aborî ya paşdeçûyî, daketina nirxê lîreyê Tirk, bilindbûna rêjeya enflasyonê. Bê guman şerê Ukraynayê bandor li aboriya Tirkiyê jî kir. Îro pêşbîn hene ku rêjeya turîzman di havînê de li Tirkiyê ji ber şerê li Ukraynayê kêm bibe.”

NIZMBÛNA BANÊ BILIND Ê ERDOGAN

Elî Murad wiha pê de çû: “Ji her du serdanan diyar dibe ku destkeftî hene. Li gorî banê bilind ê Tirkiyê ku Erdogan piştî kuştina Xaşiqcî diyar kiribû, destkeftiyên Erebistana Siûdî zêdetir in.”

Murad diyar kir ku radestîkirina dosyaya Xaşiqcî ji dadweriya Erebistana Siûdî re, tê wateya jibîrkirina dosyayê, Erdogan xwîna Xaşiqcî bi vê serdanê firot û got: “Heta beriya serdanê, sala borî, me bihîst ku diyalogeke tirkî-siûdî heye. Nêrîna mîrzayê siûdî di mijara normalîzekirinê de, şexsî bû ku divê Erdogan dev ji sloganên xwe yên têkildarî kuştina Xaşiqcî berde.” 

ENCAMÊN SERDANÊ JI BO BERJEWENDIYA KIJAN ALÎ NE?

Der barê encamên hevdîtina Erdogan û bin Selman de, Murad got: “Erebistana Siûdî ji gera xwe ya herêmî li Misir, Urdan û Tirkiyê dixwaze ji Joe Biden re bibêje, ne tenê bi lîderê Siûdiyê re lê belê bi lîderên herêmê bi giştî yanî Mihemed bin Selman re dê bicive. Ew dixwaze bêje wî pirsgirêkên xwe bi hemû cîranan û dewletên herêmî re çareser kirin. Ev ji bo hundirê Amerîkayê peyameke girîng e, bi taybet rayedarên Senatoya Amerîkayê ku nav û dengê Mihemed bin Selman li cem wan gelekî xirab e. Ew dixwaze wê navûdengê xwe yê xirab baş bike bi rêya başkirina têkiliyan bi cîranan re. Ew dixwaze navûdengê ku piştî aloziya kendavê û bi Tirkiyê re û heta piştî şerê li Yemenê li rojava û raya giştî ya Amerîkayê xirab bûye, biguhere.”

Her wiha Murad diyar kir ku Erebistana Siûdî dixwaze Tirkiyê bikişîne cihekî ku dijberî Îranê be, ev mijareke gelekî girîng e û hewldaneke diyar heye û wiha domand: “Yên ragihandina siûdî dişopînin, dê keşf bikin ku ji beriya hefteyan, bi awayekî zêde balkişandiye ser mijara şaneyên li Tirkiyê hatine dîtin ku hewl didan kesayetên îsraîlî bikin hedef.”

Murad wiha pê de çû: “Tehrîkkirinek di çapemeniya siûdî de li dijî Îranê heye. Her wiha hewldanek heye ku Tirkiyê helwestan li hember vê yekê nîşan bide. Ev yek me, li ser zimanê berkevkê Wezareta Derve ya Îranê bihîst ku got hewldanên diyar ji aliyê gelek dewletan û hêzan ve hene (Erebistana Siûdî û Îsraîlê) da ku Tirkiyê helwesteke dijberî Îranê bigire.”

DEVBERDANA JI SLOGANAN 

Analîzvanê siyasî Elî Murad ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Performansa serokkomarê Tirkiyê di dema borî de hate guhertin, mîna di mijara Filistîn, pêşketinên li Qudsê rû didin, mijara şerê li dijî Xezayê de hemû hatin guhertin. An jî dest bi paşdevekişînê ji helwestên xwe yên têkildarî normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re berde, têkilî pê re danîn û pêşxistin. Pêwîstiya Îsraîlê bi pergala AKP`ê li Enqereyê heye ku xizmeta “lobiya siyonîst” a li DYA`ê bike.”  

Murad wiha berdewam kir: “Gelek sedemên bingehîn hene ku dehf dan Erdogan nêzî Îsraîlê bibe.” Li gorî Murad helbes nêzîkbûna ji Til Evîvê û pêşxistina têkiliyan pê re, tê wateya ku Erdogan dev ji hemû sloganên xwe berde ku ji bo doza Filistînê, serkeftina Qudsê û Xeza yê dorpêçkirî berz dikirin.

Analîzvanê siyasî got: “Heta piştî bûyerên bi Xaşiqcî re rû dane, her tim Erdogan li gorî berjewendiyên xwe tev digerî. Ev yek ji me re isbat kir ku Erdogan ji rojava ne dûr e ku pêlî hemû slogan, nirx, mafên mirovan û demokratiyê dikin dema mijar girêdayî berjewendiyan be. Dema mijar girêdayî berjewendiyan be, ji bo wan aliyan tu rêgezên bingehîn di têkiliyên derve de tune ne.”

Murad diyar kir ku Erdogan dixwaze fişarên li ser xwe beriya salekê ji lidarxistina hilbijartinan di 2023`yan de, kêm bike, ew bi aloziyê dihese bi taybet li gel helwesta diyar a Amerîkayê ku dê piştgiriya muxalifan bike, Biden bi xwe di hemleya hilbijartinan de behsa vê yekê kir û piştî ku ket Koşka Spî gelek agahî ev yek teqez kir.

Murad di dawiyê de got: “Erdogan bi fikar e ku amerîkî di binxistina AKP`ê de di hilbijartinên bê de bi ser bikevin. Ew dixwaze jiyana xwe wek serokekî Tirkiyê bi dawî bike. Ji ber wê binkeftina wî di hilbijartinan de, li gel salvegera sedî ya lihevkirina Lozanê, ji bo wî, partiya wî û alîgirên wî, binkeftineke mezin e. Ew dixwaze têkiliyên bi Erebistana Siûdî û Îsraîlê re ji nû ve deyne da ku fişarên Amerîkayê sivik bike. Yanî jî amerîkî mijarê careke din di ber çavan re derbas bikin. Rola ku xwest di şerê Ukraynayê de bilîze dema hewl da navbeynkariyê bike, ew siyaseta kêmkirina banan û paşdevegerînê ji nirx û rêgazan dimeşîne da ku rewşa xwe baş bike beriya lidarxistina hilbijartinan di dema bê de û her wiha dixwaze aboriya Tirkiyê jî baş bike.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din