Erdogan: Tu lihevkirin der barê lidarxistina lûtkeya çaralî de pêk nehatin

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan got tu lihevkirinên dawîn der barê lidarxistina lûtkeya çaralî ya li ser Sûriyê de pêk nehatin û ragihand ku dê sibe şandeya Rûsyayê serdana Tirkiyê bike ku rewşên li Idlibê nîqaş bike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro ji çapameniyê re wiha daxuyand: "Tu lihevkirinên dawîn heta niha têkildarî lidarxistina lûtkeya çaralî ya der barê Sûriyê ya 5’ê Adarê de tune ne."

Erdogan wiha lê zêde kir: "Dê şandeya Rûsyayê sibe serdana Tirkiyê bike ku rewşên li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê nîqaş bike."

Di axaftina xwe de Erdogan ragihand ku 2 leşkerên Tirkiyê li Lîbyayê hatine kuştin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di demeke berê de ragihandibû ku dê lûtkeya çaralî di 5’ê Adara bê de li dar bikeve û bi şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.

Hewldanên Rûsya-Tirkiyê bi rêya 3 gerên ji diyalog û axaftina bi telefonê ya Pûtîn û Erdogan der barê lihevkirinên li ser Idlibê de bi bin ketin.

(fr)


Mijarên Din