Erdogan tewanbariya Îranê di êrîşa Aramco de red dike

Beriya demekê bîrên petrola şîrketa Aramcoyê rastî êrîşê hatin û Amerîkayê Îranê tewanbar kir, niha jî serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyb Erdogan parastina Îranê dike û cezayên Amerîkayê li ser Îranê red kir.

Duh serokkomarê Tirkiyê Recepp Teyyp Erdogan di hevdîtineke bi kalana Fox News a amerîkeyî re got, di komxebata Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî de, ku li New Yorkê bi rê ve çû, Îranê bi êrîşa li dijî şîrketa Amramco hate tewanbarkirin, ev jî bêbingeh e. Erdogan wiha axaftina xwe dewam kir, divê were diyarkirin ku êrîşên wiha ji aliyê çend herêmên Yemenê ve pêk hatine. 

Her wiha tewanbariya Îranê bi êrîşên li dijî Aramco, ne rast e û ti nîşaneyên vê yekê tune ne.

Serokkomarê Tirkiyê dubare cezayên Amerîkayê li dijî Tehranê red kir û got, Tirkiyê û Îranê cîran in û ceza tiştekî çareser nake.

Di heman demê de gelek dewletan berpirsyariya şewata bîrên petrola Siûdiyê girtin ser Îranê, lê Îranê vê yekê red dike.

(eh)

 


Mijarên Din