‘Erdogan qirkirina etnîk li dijî Kurdan ku DAIŞ û El-Qaîde têk birin, pêk tîne’

Rojnamevanê amerîkî Michael Rubin diyar kir ku Erdogan bi rêya siyaseta tundraw qirkirina etnîk li dijî Kurdan li herêmên bakur ên Sûriyê pêk tîne pêk tîne ku DAIŞ û El-Qaîde têk birin.

Lêkolîner û rojnamevanê amerîkî Michael Rubin bi gotarekê di kovara Washington Examiner a amerîkî de got encamên şerê navxweyî yê Sûriyê ne wekî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hêvî dikir, bû. Her wiha serokê Sûriyê Beşar Esed bi alîkariya Rûsya, Îran û Hizbullahê hejmareke mezin ji hêzên opozîsyonê ku Washingtonê piştevanî didayê û piştevaniya mezin jî ya Tirkiyê bû, têk bir.

Rubin destnîşan kir ku dema ku çeteyên DAIŞ’ê Kurd li Kobanê dorpêç kiribûn ku bajarekî li ser sînorê Tirkiyê ye, ne tenê Erdogan derbasbûna alîkariyan qedexe kir, lê belê di merheleyekê de hişt ku çeteyên DAIŞ’ê di sînorê Tirkiyê re derbas bibin ku şervanên Kurd têk bibin.

Bi piştevaniya asîmanî ya Amerîkayê ya ji şervanên Kurd re, di dawiyê de hişt ku dorpêç were şikandin, lê piştî ku Tirkiyê serkeftin dîtin, deriyê sînor ji alîkariyan re vekir da ku Erdogan jî banga para serkeftinê bike.

Rubîn di gotara xwe de îşaret pê kir ku Kurdên li Sûriyê karîn ne tenê şerê hêzên Esed bikirana, lê belê şerê Cebhet El-Nusra ya girêdayî rêxistina El-Qaîde û DAIŞ’ê jî kir ku dişibî mûcîzeyekê û di encama de doza Kurdan a demokratîk bi ser ket. Herêma di bi serweriya Kurdan de ku destpêkê navê wê Rojava bû, ji ber rêzdariya li hember cihêrengiya herêmê, navê wê vegerand Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bû cihê aramî û ewlehiyê.

Rubin diyar kir ku aliyên çandinî û petrolê hişt ku Rêveberiya Xweser gelek destkeftiyên aborî yên guncaw tevî dorpêça rejîma Sûriyê, dewleta Tirk û komên siyasî yên dijberî Kurdistana li Iraqê, bi dest xistin. Her wiha Rêveberiya Xweser cihêrengiya çandî û olî parast, hişt ku misilman, xiristiyan û êzidî baweriyên xwe yên olî bi azadî pêk bînin û ya herî girîng jî Kurdan xaka xwe ji bo şandina terorîstan ber bi Tirkiyê ve bi kar neanî.

Pêkenoka Erdogan eşkere bû, dema ku pêşniyara têgeha "herêma ewle" li Bakurê Sûriyê kiriye, tişta ku Erdogan pê difikirî ji pêşniyara serokkomarê berê Turgut Ozal a 1991’an cudatir bû. Di heman demê de li ser Rêveberiya Xweser ji Kurdan re erê kir, lê belê Erdogan Efrîn dagir kir, siyaseta qirkirina etnîk li dijî şêniyên wê yên resen pêk anî. Her wiha James Jeffrey jî pêşniyara Erdogan a "herêma ewle" li ser xaka kurd a li Sûriyê re teşwîq kir.

Michael Rubin got tu îsbat tune ne ku Kurdên li Sûriyê êrişî xaka Tirkiyê kiriye û di rastiya xwe de heke têkoşîna li dijî terorê armanc be, wê demê divê Tirkiye li aliyê sînorê welatê xwe xetekê diyar bike. Piştî neh mehan ji xiyaneta Trump ji Kurdan re, çi qasî baweriya ewlekariyê heye? Bi rastî jî Suryaniyan û êzidiyan heta hedekî mezin jî zehmetiya siyasetên Erdogan kişandiye.

Rubin got ji ber xiyaneta Amerîkayê DAIŞ zindî bû û niha raporeke nû ya rêxistinên jinên Kurd ên Sûriyê hate eşkerekirin û tê de behsa rewşa jinên li Efrînê û zehmetiyên ji ber artêşa Tirk a dagirker dikişinin, hate kirin.  Raporê parve kir ku jin bi zilm û zewaca bi darê zorê û rezaletê re rû bi rû dimînin, jinên temenbiçûk, rastî lêdan û tundiya bedenî û cinsî tên, heta dighêje asta qetilkirina jinan û revandinê.

Her wiha Michael Rubin destnîşan kir ku James Jeffrey diyar kir ku vekişandina hêzên Amerîkayê hevpeymaneke "taktîk û demkî bû" û heke ev yek rast be, divê şîrove bikin ji ber çi Tirkiyê qirkirina etnîk dide meşandin, li dijî jinan tundiyê pêk tîne, piştgiriya tundrawan dike û ji nû ve DAIŞ`ê zindî dike?

(fr-eh)


Mijarên Din