Erdogan niyetên xwe eşkere dike… dagirkerî û guhertina demografiyê

Piştî ku dewriyeyên hevbeş li herêma di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de geriyan, bi çend saetan Erdogan dîsa gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Vê carê jî Erdogan niyetên xwe yên dagirkirina herêmê eşkere kirin.

Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Ergdoan dibêje “Pêwîst e herêm bi tevahî bi gund û bajarên wê “ewle” be da ku karibin milyonek kesan lê bi cih bikin”, lê di rastiyê de ev herêm,  herêma herî bi ewle ya Sûriyê ye. Tenê car car rastî êrîşên DAIŞ’a ku Tirkiye destek dike, tê. Tişta balkêş ew e ku Erdogan behsa gund û bajaran dike, em hemû dizanin ku Emerîka di 7`ê Tebaxê de bi Tirkiyê re derbarê mekanîzmayeke “ewlehiyê” ku “tirsên Tirkiyê” û di heman demê de tirsên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji êrîşên Tirkiyê li ber çavan bigire, li hev kiriye.

Erdogan naxwaze ku ev herêm ewle bimîne, dixwaze dagir bike. Çawa Efrîn destpêka sala 2018`an bi bazareke qirêj dagir kir. Her wiha Erdogan sîstema demokratîk a gelên herêmê ragihandiye, pesend nake. Ji ber ku hemû dîktator ji pêşketina demokrasiyê û viyana gelan ditirsin, xema wan tenê kursiya desthilatdariyê ye, lewma ew her tim bi hemû awayan hewl dide ku lihevhatinê têk bibe û êrîşî herêmê bike.

Sedema ku Erdogan dixwaze herêmê dagir bike, ew e ku şêniyên herêmê bi piranî Kurd in, mekanîzmaya ku Amerîka û Tirkiyê li ser li hev kiriye, rê nade Tirkiyê ku derbasî bajaran bibe, bi vî awayî planên Tirkyê yên guherandina demografiyê têk diçin. Erdogan her dem niyetên xwe yên bicihkirina milyonek kesan li herêmê tîne ziman, herêma ku welatiyên wê lê dijîn, dê Erdogan çawa karibe milyonek kesan lê bi cih bike, eger xwediyên herêmê jê dernexe? Jixwe ezmûnên Tirkiyê di vê derbarê de hene. Rewşa Efrînê rastiyeke li ber çavan e, welatiyên wê yên Kurd di konan de dijîn, ji ber ku bi darê zorê hatine derkirin û Erdogan li şûna wan malbatên Tirkmen ji çiyayên Laziqiyê, her wiha malbatên ji deverên cuda yên Sûriyê anîn li wir bi cih kirin, armanca wî jî guherîna demografiya herêmê û tunekirina hebûna Kurdan a li ser axa wan a dîrokî ye.

Rêveberiya Xweser bi awayekî zelal diyar kir ku ew amade ye koçberên Sûriyê yên ku welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, pêşwazî bike. Lê kesên ku destê wan tev li nava xwîna sivîlan nebûbe, bi taybet ku gelek çeteyên DAIŞ`ê reviyane Tirkiyê, piştî ku herêmên wan ji aliyê QSD`ê ve hatine rizgarkirin. Rêveberî ditirse ku vegera van kesan dîsa rê bide ku DAIŞ ji nû ve li herêmê belav bibe.

Yan din, Erdogan ji sala 2016`an ve herêmên Cerablus, Bab û Ezazê dagir dike, dema ew dever dagir kirin, got ew ê sivîlên Sûriyê vegerîne wan deran, lê ka ew vegerandin? Na, yên ku vegeriyan tenê malbatên çeteyan ên ku Tirkiyê xwest ku vegerin, ji welatiyên Sûriyê naxwazin vegerin herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ku li wan herêman aramî û ewlehî tune ye û rojane gelek kes têne revandin û kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Erdogan gefan li dewletên Ewropayê dixwe ku deriyê koçberan li wan veke eger ku alîkariyê wê nekin, ev tişt eşkere got “Eger hûn di mijara herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de alîkariya min nekin, ez ê derî li pêşiya koçberan vekim ku berê xwe bidin Ewropayê”. Erdogan êdî li hemû kesên li dora xwe gefan dixwe da ku daxwazên xwe pêk bîne.

Li aliyekî din, mirov nikare gefên Erdogan û geşedanên li Idlibê cuda binirixîne, Erdogan roja 17`ê Îlona sala 2017`an bi Pûtin re li hev kir ku herêmeke bêçek bi kûrahiya 15-20 km ku hin herêmên Idlibê, Hemayê, Laziqiyê û Helebê digire nava xwe, ava bikin. Li gorî lihevhatinê pêwîst e çete ji wir bêne derxistin, rêyên navdewletî yên di navbera Heleb-Hema û Heleb-Laziqiyê de bêne vekirin, lê Tirkiyê nikarî vê lihevhatinê pêk bîne, lewma rejîma Sûriyê û Rûsya ji 30`ê Nîsanê ve dest bi operasyonê kir û dest danî ser gundewarên bakurê Hemayê û beşeke gundewarên başûrê Idlibê.

Piştî ku komên çete bi bin ketin û destên Erdogan derketin, êdî Erdogan dawiya meha Tebaxê berê xwe da Moskovê û bi Pûtin re bazarek kir, li gorî bazarê dê Cebhet El-Nusra û hikûmeta girêdayî wê bê tunekirin, lê bayê wê herêmê li gorî daxwaza Erdogan neçû, eger Erdogan sozên xwe pêk neyne, dûr an nêzîk, dê Rûsya li wê herêmê operasyonê pêk bîne. Lewma Erdogan bi rêya gefên li dijî herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyê dixwaze lingekî xwe li wê derê bihêle, bi taybet ku hebûna Tirkiyê li herêma Idlibê di bi berfirehî di civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî de, roja 16`ê Îlonê li Enqeryê bê nirxandin.

Mirov dikare gefên Erdogan ji hêleke din ve jî şîrove bike, ew jî girêdayî aloziyên hundir û derve yên Erdogan û partiya wî AKP`ê ye. Di hundir de hevalên Erdogan ên berê û ew gihandibûn desthilatê, êdî ji partiyê qut dibin, çend ji wan jî hewl didin partiyên nû ava bikin. Ev jî bo mayîna Erdogan a li ser desthilatdriyê di hilbijartinên sala 2023`yan de metirsiyek e. Her wiha di hundirê welêt de aloziya aborî her ku diçe kûr dibe, bêkarî zêde dibe. Ji derve jî têkiliyên Enqereyê bi hevalbendê NATO’yê re xerab didin, her wih têkiliyên wê yên bi gelek dewletên erebî re mîna Erebistana Siûdî, Misr û Îmaratê re xerab dibin, ji ber ku Tirkiye piştgiriya xwan El-Muslimîn dike ku li piraniya welatên Ereban wek koma terorîst tê naskirin.

Tirkiye di çirava Sûriyê de noq bûye, siyaseta li ser nakokiyê di navbera Rûsya û Amerîkayê  de nema bi kêrî pêkanîna xewnên Erdogan ên vegera Osmaniya kevn tên. Serokê Rûsyayê Erdogan xistiye qorziya Idlibê û rê lê teng dike. Êdî pir pelikên Erdogan nemane ku wan di civînên Astanayê û komcivînên bi serokên Rûsyayê û Îranê re daxîne. Her wiha Amerîka jî ne amade ye ku ji bo xatirê Erdogan berjewendiyên xwe yên Rojhilata Navîn xerab bike, ji ber ku Erdogan ji aliyê Amerîkayê ve hatibû erkdarkirin ku îslama nerm bîne berêma erebî, lê ew ji bin ebaya Amerîkayê derket.

ANHA