Erdogan li New Yorkê hate şermezarkirin

Welatiyên New Yorkê serdana serokkomarê Tirkiyê Erdogan a ji DYA`yê re red kir û wî bi Erdogan bi " Bavê rohanî ya cîhadîstan û DAIŞ`ê" bi nav kir.

Welatiyên New Yorkê ya Amerîkayê bi desteka "Navenda Lêkolînên girêdayî desteka Tirkiyê ji DAIŞ`ê re" bi rêya pankartek bi nivîsa "Erdogan bavê rohanî yê cihadiyan û DAIŞ`ê ye" nerazîbûnên xwe nîşanî serdana Erdogan a ji Amerîkayê re dan. Pankart bi erebeyekê hatibû daliqandin û erebe di nav kolanên New Yorkê de geriya.

Tê payîn ku erebe dê di nav kolanên sereke de bigere û li ber avahiya NY`î cihê ku Erdogan di rojên bê de dê serdana wê bike raweste.

Di gelek raporên navdewletî û çapemeniyê de desteka Tirkiyê ji cîhadîstan re di serî DAIŞ`ê eşkere  bûye. Her wiha gelek çeteyên DAIŞ`ê yên li cem Hêzên Sûriye Demokratîk di mikurhatinên xwe de tekez kirin ku Tirkiyê di her aliyan de desteka wan dikir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din