‘Erdogan li herêmên me hewldanên şer dike’

Şêniyên Hesekê diyar kir ku Erdogan û hikumeta xwe li herêmê hewldana tevliheviyê dikin û dê bandora gefan bobelat be, divê civaka navdewletî li dijî gefan bi erka xwe rabe, ji ber ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên li herême de ne.

Serokkomanê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdgoan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê domdar gefan dixwe û herî dawî jî roja yekşema derbasbûyî gefên xwe nû kirin.

Têkildarî gefên Tirkiyê şêniya bi navê Siltanê Îzo ku ji bajarê Hesekê ye, got serokkomarê dewleta Tirk li dijî herêmê bi berdewamî gefan dixwe û wiha pê de çû: "Ji beriya çend salan ve Erdogan li dijî gelên herêmê gefan dixwe û hewldana têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê dike."

Siltanê di bal kişand ser xetereya gefan û got ne tenê gelê Kurd dikin armanc an jî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Rêveberiya Xweser û kampan de hene. Heke êrîş li dijî herêmên me pêk were, dê zehmet be hêzên leşkerî van çeteyan kontrol bikin û dê ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetere be, lê belê li ser hemû cîhanê xetere be."

Welatiya bi navê Hiyam Abulhelîm Îbrahîm diyar kir ku gefên Erdogan xetere ne û li herêma aram hewldana şer dikin, li pêşiya çavên xwe dibînin ku çi li Efrînê û herêmên din ên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de diqewime. Lewma heke gefên Tirkiyê pêk werin dê bobelat be, ji ber ku bi milyonan kes aware bibin û bi hezaran sivîl dê bibin qurbanî. 

Hiyam got parastina herêmê berpirsyariya civaka navdewletî ye û wiha anî ziman: "Divê civaka navdewletî bi erka xwe rabe, ji ber ku bi sed hezaran koçberên ji herêmên şer ên li Sûriyê reviyane û civaka navdewletî wan bi cih kirine.

Hiyam Îbrahîm wiha dawî li axaftina xwe anî: " Erdogan aştiyê red dike, ji ber vê yekê li dijî me gefan dixwe."

Welatiya bi navê Rewaa Hisên jî got Erdogan û hikumeta xwe aştiyê red dikin, ji ber vê yekê li dijî herêmên wan gefan dixwin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din