Erdogan ji xwîn û dagirkeriyê têr nabe

Gefên Erdogan ê faşîst ên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyê dewam dikin. Her çend danûstandinên bi DYE’yê re gihîştine asteke diyarkirî jî, lê belê ew hîn jî gefan dixwe. Ew dibêje divê qaşo herêma ewle di bin kontrola min de be. Yên ku hewcedariya wan bi ewlehiyê heye, xelkê Bakurê Sûriyê ye. Hêza ku vê herêmê tehdît dike Tirkiye ye. Ew in ên ku dibêjin “em ê leşkerên xwe ber bi sînor ve bişînin û Bakurê Sûriyê paqij û gelê wê tune bikin”. Ew xwedî artêşeke mezin, tank û balafir in. Lê belê, dema rastî xeteriyê tê, ew wekî dizan bi propagandayên derewîn, rastiyê berovajî dikin.

Tirkiye ya ku digot “bila operasyon li Idilibê çênebe, wê trajediyên mirovî û koçberî çêbin”, derew li dinyayê hemû cîhanê dikir; lê ew bê navber her êrîşî Bakurê Sûriyê dike. Wekî ku mirov di Bakurê Sûriyê de najîn. Dê li vir mirin û koçber nebin! Eşkere ye ku pirsgirêka faşîstên Tirk ne êş û jana gel e. Ew bi parastina ewlehiya çeteyên El-Nusra yên li Idilbê mijûl e. Rûsyayê helwesta xwe diyar kir ku Tirkiye sozê xwe pêk nayne. Tirkiye bi van hêzên ku her kes wan çete dibîne, mijûl dibe. Ti mafê Tirkiyê li ser Sûriyê nîn e. Ev rewşeke dagirkeriya vekirî ye. Tevî wê jî, wekî ku xak a wî ye, li ser bazaran dike û dibêje ku ji bilî erdên min dagir kirine, ez ê Bakurê Sûriyê jî dagir bikim.

Têgîna bordewariyê tenê dikare wateyek ew qas bibîne. Rasterast dîktatoriyê dikin. Erdogan bi rengekî vekirî pergaleke faşîst li Tirkiyê ava dike. Ew hewl dide ku ti hêzê ji muxalefetê re nehêle. Hêza yekane ku nikare serî bitewîne û teslîm bigire, berxwedana gelê Kurd û gerîla ye. Erdogan ji Rojhilata Navîn û cîhanê re bûye xetereyeke mezin. Dema ku faşîzmê di hundirê xwe de organîze dike, ew bi dû serweriya xwe ya ku dixwaze li Rojhilata Navîn saz bike, ketiye. Iraq û Sûriyê di rewşek lawaz de ne. Îran jî di dorpêçê de ye. Ew bi parastina xwe û hevalbendên xwe re ketiye tevgerê. Ji ber vê yekê, li Rojhilata Navîn ti dewlet tunene ku Tirkiyê rawestînin. Dema ku tengev dibe endamtiya NATO'yê bi kar tîne. Dema ku ew piştgiriyeke tam ji NATO û Dewletên Yekbûyî nagire, xwe nêzî Rûsyayê dike.

Ew ji tevahî nakokiyên di navbera dewletên mezin de sûdê werdigire. Wî li ber çavê cîhanê rêkeftin bi çeteyên DAIŞ'ê re kir. Bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê di sînorên Tirkiyê re diçûn û dihatin. Tirkiye hemû cureyên dermankirinê û lojîstîka cebilxane jî ji wan re peyda dikir. Wî heman tiştî ji bo El-Nusra kir û hîn berdewam dike. Niha jî Ixwan Muslimîn li derdora xwe dicivîne. Ew hemû çeteyên bi navê “Artêşa Azad” bi çek dike û di bin kontrola xwe de dihêle. Da ku vê hêzê li dijî hemû rêjîm û dewletên li Rojhilata Navîn bi kar bîne. Ew li benda derfetê ye, her wiha ev ji bo cîhanê jî derbasdar e. Li Ewropayê gelek komkujî û êrîş pêk hatin. Rûsya dê karibe li gelek welatan komên çekdar ên ku ji hêla Tirkiyê ve êrişî wan dike, bike. Tirkiye hewl dide peymana neteweyî vejîne û herêmên nû bi zorê tevlî erda xwe bike. Dema tengav dibe, dibêje “çavê me li axa welatekî tune û em hevpeymana Lozanê napejirînin û rexne dikin”. Lê belê, peymana Lozana damezrîner an peymana dewleta Tirk e. Wan bi îşaretkirina Mîsaqa Neteweyî, li vir niyeta xwe dan diyarkirin. Li gorî vê, ji herêma Heleb, Kerkûk û heta Mûsilê, divê  yên Tirkiyê bin.

Erdogan konjonktura heyî ji bo van armancan guncaw dibîne. Ew hewl dide encaman bistîne, bi kêmanî tiştê ku ew vedişêre. Erdogan xwedî zîhniyetek faşîst, jenosîd, dagirker e û ev ji kevneşopiya wan tê. Bi salan wî hewl da rûyê xwe yê rast veşêre. Mirov dikare bêje ku ew di vî warî de serkeftî bû. Lê niha rûyê wî yê rast derket holê. Ew dixwaze di sedsala 21'an de Kurdan ji dîrokê qut û qir bike. Efrîn mînaka herî berbiçav e. Ew bi dagirkirina Efrînê tenê nema, her wiha paqijiya etnîk jî kir. Ew li hemû parçeyên Kurdistanê yek bi yek ferz dike. Li gel vê yekê, ew hewl dide ku li Sûriye, Kurd û Ereban li dijî hevdû bide şerkirin. Heya niha, Ereb û Kurd bi vê lîstokê nexapiyane. Wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re xebat kir û rêveberiyeke hevbeş ava kir. Wan modeleke nimûneyî ya demokrasiyê afirand. Ji ber vê yekê Erdogan dîn bûye. Ew hîn jî li ser herêmên ku ew danûstandin bi DYE’yê re kiriye, gefan dixwe. Wekî ku her kes dizane, Tirkiye bêyî erêkirina DYE û Rûsyayê nikare bikeve Sûriyê. Mayîna wî jî, li ser erêkirina her du dewletan dimîne. Nayê zanîn ka ev dewlet çi qasî nirxên demokratîk digirin an jî dagirkeriya Tirk şermezar bikin. Ji wan re ya sereke berjewendiyên wan e.

Tirkiye hêzeke dagirker e, ew di hilweşandina Sûriyê de xwedî para herî mezin e. Wî sûcên mirovî kirine. Dîsa yê dibe armanca dagirkerî û talankirinê gelê Sûriyê ye. Wekî din, hêzên demokratîk û rewşenbîrên Rojhilata Navîn dikarin roleke sereke bilîzin. Pêdivî bi têkoşîn û birêxistinbûna gelan heye da ku bersivê bidin faşîzm û dagirkeriya Tirkiyê. Ger gelên herêmê yekîtî û berxwedanê bikin, bêguman ew ê ji gelên cîhanê piştgiriyeke mezin bistînin.

Rojnameya Ronahî

(bm)


Mijarên Din