Erdogan ji îstîfakirina El-Serac bedbîn e

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji daxwaza Fayiz El-Serac a îstîfakirina ji serokatiya hikumeta Wîfaqê bedbîn e. Her wiha Erdogan careke din gef li dijî fermandarê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter xwarin.

Îro serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Tirkiye ji agahiyên li ser daxwaza serokê hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac a îstîfakirinê di dawiya Cotmehê de aciz e."

Erdogan di axaftina xwe de gelek gef xwarin û got: "Dê derbekar Hefter dûr an nêz têk biçe."

Li aliyekî din jî Erdogan wiha domand: "Tu astengî li gel me tune ne bi Misirê re diyalogê pêk bînin. Her wiha pêkanîna diyalogên îstîxbaratî bi Misirê re cuda û pêkan e û tu astengî tune ne. Lê belê lihevkirina wê bi Yewnanistanê re em xemgîn kirin."

Erdogan wiha da zanîn: "Em amade ne bi Yewnanistanê re diyalogê pêk bînin. Tu pirsgirêk tune ne ku bi serokwezîrê Yewnanistanê re hevpeyvînekê çêkin. Lê pirsa di vir de ew e ku gelo em çi nîqaş bikin û di kîjan çarçoveyê de li hev bicivin."

Erdgoan got keştiya vekolînê ‘Oruç Reîs’ dê keştî piştî xebatên sererastkirinê vegere rojhilatê Deryaya Spî.

(fr)

ANHA


Mijarên Din