Erdogan ji êrîşên xwe re piştevanî wernegirt… dîsa bi koçberan gefan li Ewropayê dixwe

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku piştevaniya siyasî di êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wernegirtiye, dîsa bi koçberan a veguhastina ber bi Ewropayê ve gefan dixwe.

Piştî kêmî 24 saetan a destûra qirkirina gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, koçberkirina wan û bicihkirina alîgirên xwe di şûna wan de, dîsa Erdogan derket û gefa "vekirina deriyan" li pêş koçberên Sûriyê ya ber bi Ewropayê ve xwar ku Yekitiya Ewropayê (YE) êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek dagirkerî hesiband.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Erdogan karta koçberan bi kar tîne û Ewropa pê şantaj dike ku pere û alîkariyan pêşkêşî komên çete û terorîst bike, ji nav wan jî DAIŞ û Cebhet El-Nusra. Her wiha dewleta Tirk bi hevkariya Cebheta El-Nusra ya di lîsteya terorê ya navdewletî de li Idlibê ye.

Daxuyaniyên Erdogan piştî daxuyaniya serokê Komseriya Ewropayê Jean-Claude Juncker a roja çarşemê ku got divê Tirkiyê êrîşa xwe ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekser rawestîne, hatin.

Jean-Claude Juncker di Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê de wiha got: "Bi ser nakeve. Heke plana Tirkiyê bi hedefa avakirina herêma ewle ye, bila alîkariyan ji YE’yê pêşbîn neke."

Têkildarî mijarê wezîrê Fransayê Jean-Yves Le Drian li ser twitterê êrîşa artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.

Analîzvan îşaret pê dikin ku Erdogan çer ku gefan li YE’yê bi koçberên li Sûriyê dikin, hewl dide destê xwe deyne li ser girtîgehên DAIŞ’ê ku tê de bi hezaran çete ji tevahî cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene dike da ku gefan li tevahî Ewropayê bixwe.

Çavdêr dibînin ku Tirkiyê tevî hewldanên wê yên dîplomasî beriya destpêkirina êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê tu piştevaniya siyasî ji tu aliyekî wernegertiye. Daxuyaniyên fermî yên ji YE’yê û dewletên wê hatine weşandin vê yekê û dewletên û her wiha jî Îran a hevalbendê Tirkiyê li Astanayê ye, vê yekê piştrast dikin. Di heman demê de jî rejîmên Rûsya û Sûriyê der barê van êrîşên qirker de tu helwest raber nekirine.

(fr)