‘Erdogan, herêma ku zêdetirî 10 hezar şehîd daye, dike hedef‘

Rûspiyê eşîra Omeriya Mihemed Reşad Hec Xelîl got: “Dewleta Tirk bi armanca tinekirina Kurdan, gefan li herçar parçeyên Kurdistanê dixwe.”

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên wê yên domdar li ser Başûrê Kurdistanê rûspiyê eşîra Omeriya Mihemed Reşad Hec Xelîl ji ajansa me re axivî. Xelîl got: "Ji destpêkê ve me li ber xwe da û em hîna jî li rex  hêzên xwe yên leşkerî li ber xwe didin."

Hec Xelîl diyar kir ku bi destpêka Şoreşa Rojava re gelê Kurd bi hêza xwe ya xweser û bi derfetên kêm herêmên xwe parast. Hec Xelîl got: “Bi saya fedekariya mezin ku şêniyan dane herêmê parastî ne. Berxwedana lehengî ya li bajarê Serêkaniyê ya li hemberê êrîşên çeteyên Cebhet El-Nusra yên ku desteka xwe ji dewleta Tirk digirtin, şahîdê vê yekê ye."

Derbarê armancên gefên rayedarên dewleta, Hec Xelîl axivî: “Gefên dewleta Tirk ne nû ne, Tirkiye li herçar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd dike hedef. Daxuyaniyên Erdogan ku gotibû Kurd li Afrîkayê bin jî wê bibin hedef wan, delîlê kîna wî ya li hemberî gelê Kurd e."

Rûspiyê eşîra Omeriyê got: "Erdogan bi gefên xwe yên dagirkirina herêmên me, hewl dide bi hemû rêbazan azadiya gelê Kurd, fikrê wê yê demokratîk û destkeftiyên ku bi saya zêdetirî 10 hezar şehîd hatine bidestxistin, têk bibe. Her wiha hewl dide bi rêya derxistina fiteniyê di navbera Kurd, Ereb û Suryanan de projeya biratiya gelan a li herêmê derbe bike. "

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din