Erdogan gefan li rejîma Sûriyê û Lîbyayê dixwe û Kremlîn bersivê dide

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan careke din der barê Idlibê û Lîbyayê de gef xwarin. Kremlînê jî bi lez bersiv da û got: "Dê xirabtirîn senaryo be."

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan wiha got: "Encamên ku me di diyalogên Moskovê de der barê Idlibê de dixwestin, me bi dest nexistin. Ew dûrî pêkanîna xwestekên Tirkiyê ne."

Erdogan careke din der barê Idlibê de gef xwar û wiha got: "Me hişyarên dawîn der barê Idlibê de ji hikûmeta Sûriyê re şandin û operasyona Tirkiyê bûye doza demê. Dibe ku em di şevekê de lê bixin. Em bi israr in ku Idlibê ji Tirkiyê re bikin herêma ewle."

Gefên Erdogan ne tenê der barê Idlibê de bûn, lê belê gihîşt Lîbyayê jî û got: "Em ê destekê bidin hikûmeta Wîfaq da ku tevahî Lîbyayê bixe bin serweriya xwe."

Her wiha koşka Kremlînê ya Rûsyayê jî bersiva Erdogan wiha da: "Pêkanîna operasyona Tirkiyê li dijî hêzên Sûriyê dê xirabtirîn senaryo be."

Piştî binketina diyalogên têkildarî Idlibê bi Rûsya re ev cara 3`yemîn e ku dewleta Tirk gefan dixwe.

(bx)

 


Mijarên Din