Erdogan fermana vekirina fakulteyan li herêmên dagirakirî da

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan li axa Sûriyê ya dagirkirî wekî wîlayeteke Tirkiyê tevdigere, herî dawî fermana vekirina fakulteyên girêdayî Zanîngeha Dîlokê da.

Serokê AKP‘ê Receb Tayyîp Erdogan ê îdia dike ku niyetên wê yên qutkirin û dagirkirina xaka Sûriyê nîne, lê guhertinên demofrafîk, perwerdeyên bi zimanê Kurdî di dibistanan de û rakirina alên dewleta Tirk li avahiyên nexweşxane û dibistanan van îdiayan derew derdixîne.

Îro geleke dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyî îro qala biryara Erdogan a vekirina 3 fakulteyan li herêmên dagirkirî, ev fakulte dê girêdayî zanîngeha Dîlokî bin.

Li gorî saziyên ragihandinê biryara ku Erdogan îmze kiriye girêdayî vekirina fakulteya Zanista Îslamî li bajarê Ezazê, fakulteya perwerdeyê li Efrînê û ya aborî li Babê ye.

Çavdêr diyar dikin ku Erdogan bi rêya van fakulteyan hewl dide ola Îslamê ya li gorî nêrîna xwe belav bike, nemaze ku destekê dide çeteyên El-Nusra, Îxwan El-Muslimîn û DAIŞ‘ê. Li aliyekî din jî ji bo wêndayînê jî mamosteyan li gorî meteryalên Tirkiyê ava dikin.

Meclisên ku dagirkeriya Tirk li herêmên ku dagirkirina Tirk eşkere kirin ku artêşa Tirk di her qadên jiyanê de destwerdanê dike. Her wiha teqez kir ku Tirkiyê li deverên ku dagirkirine waliyên xwe erekedar kirin.


Mijarên Din