Erdogan dîsa gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan careke din dest bi gefên li djiî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, di demekê de ku wezîrê parastinê yê DYA’yê got ew ê nehêlin tu tevgerên Tirkiyê li herêmê çêbin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike, di demekê de ku nakokî di navbera DYA û Tirkiyê de zêde dibin.

Rutersê ragihand ku Erdogan li ser televîzyonekê axivî û wiha got: "Eger Tirkiye îro tiştê pêwîst li Bakurê Sûriyê neke, dê paşê berdêla wê giran bide."

AFP`ê jî ragihand ku Erdogan careke din gefên êrîşkirina di demeke nêz de li ser herêmê dubare kirin û wiha got: "Di demeke pir nêz de em ê çalakiyên ku me dest pê kiriye, derbasî qonaxeke nû bikin."

Wezîrê parastinê yê DYA’yê Mark Esper ji rojnemevanên re gotibû: "DYA dê nehêle destwerdanên yekalî ji aliyê Tirkiyê ve pêk werin." û daxuyaniyên Erdogan jî piştî vê pêk hatin.

Esper wiha domand: "Tiştê em bikin ew e ku em nehêlin destwerdanên yekalî pêk werin, ev berjewendiyên ku DYA hevkariyê bi Tirkiye û QSD`ê re der barê Bakurê Sûriyê re dike."

Wezîrê parastinê yê DYA’yê hêviya xwe ku bi Enqereyê re bigihîjin hevpeymanekê der barê "herêma ewle" de anî ziman.

Ajansa Associated Press jî li ser zimanê Esper ragihand ku Tirkiye hevkarê demdirêj ê DYA`yê ye û destnîşan kir ku doza QSD`ê ne nû ye û cuda ye, hevlarê wê Tirkiyê sîstema parastina asmanî ya Rûsya kirî, dibe ku gefan li balafira Amerîka bixwe.

Her wiha Esper got DYA dev ji hevkarên xwe QSD`ê bernade.

Tîmeke ji Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) serdana Tirkiyê dikin da ku der barê vê mijarê bi berpirsên Tirkan re biaxivin.

(jo)


Mijarên Din