Erdogan dîsa bi çeteyên xwe gef li cîhanê xwar

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di daxuyaniyek xwe de careke din cîhan tehdit kir. Erdogan got, eger li Libyayê “agirbest” pêk nehat dê kaos li Rojhilata Navîn belav bibe.

Îro, di zanîngeha Almanyayê ya li Istenbolê de bi beşdariya şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, daxuyanî hat dayîn.

Erdogan wiha got: "Heke agirbest li Lîbyayê di demeke nêz de pêk nehat, dê li tevahî hawiza Deryaya Spî kaos belav bibe."

Erdogan bi wê îşaret dike çeteyên ku berê li Sûriyê piştevaniya wan dikir derbasî Lîbyayê bike. Her wiha Erdogan der barê gihiştina çareseriyeke bilez de wiha got: "Eger çareyeke bil ez pêk nehat, dibe ku hin çete û rêxistinên terorîst weke El-Qaîdê û DAIŞ’ê li Lîbyayê derkevin.  Plana aştiyê, êdî pêngaveke girîng e ku jinûve aramiya siyasî li Lîbyayê pêk were û serketina wê jî girêdayî pêkanîna biryaran e."

Erdogan piştrast kir ku dê piştevaniya hikumeta El-Wîfaq li dijî Hefter bike heta gihiştina çareseriyeke siyasî di navbera her du aliyan de.

(fr)


Mijarên Din