`Erdogan çeteyan di malên me de bi cih dike`

Koçberên navçeya Zirgan diyar kirin ku topbarana Tirkiyê ew neçarî koçberiyê kirin û gotin: "Erdogan dibêje ew ê şêniyên resen rêke herêmê. Lê ew çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ne."

Di encama êrişa Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de bi hezaran şênî ji malên xwe koçber bûn. Li gorî serjimariyên ne fermî zêdetirî 300 hezar kes ji herêmên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne. Koçberên Serêkaniyê di bajar û navçeyên herêma Cizîrê de û koçberên Girê Spî di deverên herêma Firatê de bi cih bûne.

Şêniyên her du herêmên Cizîr û Firatê hewl dan pêdiviyên koçberên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî peyda bikin. Li bajarê Qamişlo şêniyên taxa Qidûrbeg a rojhilatê bajêr, 3 malbatên ji navçeya Zirgan a girêdayî Serêkaniyê di  navendên meclisa komîna taxê de bi cih kirin, di nav de malbata şêniyê bi navê Mihemed Xelîl El-Xemîsî.

Malbata  Mihemed Xelîl tevî hejmarek malbatên din ji navçeya Zirganê ya girêdayî herêma Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku bi balafirên daron û topavêjan hate topbarankirin, koçber bûn. Xelîl ev tişt diyar dike: "Ji bo parastina gundên xwe ji her êrişekê ve em di nav liv û tevgerê de bûn. Bi dijwarbûna êrişên Tirkiyê li ser navçeyê re û bombebarana balafirên şer û daron em ji navçeyê derketin."

Mihemed Xelîl destnîşan kir ku malên sivîlan hatin topbarankirin û wiha domand: "Em ji Zirganê ber bi gundê Goliya ve derketin. Piştî sê rojan em vegerîn navçeyê. Piştî dijwarbûna topbaranê careke din em neçar man careke din ber bi gundê Şorî ve yê 5 km dikeve rojhilatê Zirganê derkevin. Piştre çûn gundê Zîdiyê. Dewleta Tirk a dagirker ew gund jî topbaran kir. Ji ber wê em neçar man ber bi Til Temirê ve koçber bibin. Piştî hefteyekê em hatin Qamişlo."

 ‘Erdogan çeteyên DAIŞ`ê di malên me de bi cih dike‘

Xelîl diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker koçber jî kirin hedef û wiha domand: "Armanc ew bû ku me ji malên me derxîne. Ji bo wê tevahî rêbaz bi kar anîn. Em dernediketin, lê topbaran cudahî nedikir di navbera zarok, jin, sivîl û leşker de."

Di nav gotinên xwe deMihemed  Xelîl destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker koçberkirina şêniyên herêmê ji mal û bajarên wan armanc dike û got: "Serokê dewleta Tirk a dagirker dibêje ew ê şêniyên resen bişîne herêmên me. Yên ku behsa wan dike çeteyên DAIŞ`ê ne. Ew ê mîna ku li Efrînê kirî li vir bike. Hemû dibînin bê rewşa Efrînê niha çawa ye. Her roj kuştin û talankirin der heqê şêniyên herêmê de pêk tên."

 ‘Kesê şertên wan qebûl neke tê kuştin‘

Mihemed Xelîl li gorî hinek çavkaniyan ji gundên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine mîna gundê Uşbe  teqez kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker  her tişt talan dikin û qanûnên nû li şêniyan ferz dikin mînak, navên malbatan qeyd dikin, kesê ku diçe û venagere tevahiya endamên malbatê dikujin.

Mihemed Xelîl balkişand ku artêşa Tirk a dagirker a ku gundê Metba yê 5 km dikeve rojavayê navçeya Zirgan dagir kir û got: "Di rojên destpêkê de tiştek bi malên ku xwediyên wan li gundên Zirganê ne nekirin. Lê piştî sê rojan tevahiya milkên wan ji genim û pembo talan kirin û birin Tirkiyê. Yên ku vê talankirinê red dikin têne kuştin. Zextê li şêniyan dikin ji bo ku milkên wan talan bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din