`Erdogan bi dagirkirina herêmên me hewl dide projeya pêşiyên xwe temam bike`

Jina ji pêkhateya Çerkez Wefa Başa got: "Erdogan bi rêya dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê hewl dide siyaseta pêşiyên xwe ya qirkirina gelan, pêk bîne."

Jina bi navê Wefa Başa ya ji pêkhateya Çerkez beriya 4 salan ji ber dijwarbûna êrişan li ser bajarê Helebê neçar dimîne ber bi bajarokê Silûkê yê girêdayî kantona Girê Spî ve koçber bibe. Lê beriya 2 mehan ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker û dagirkirina kantona Girê Spî carek din neçar ma ji mala xwe koçber bibe.

Wefa niha li kampa koçberên Girê Spî ya ku Rêveberiya Xweser li gundê Til El-Simin ê li bakurê Reqayê ava kiriye, dimîne.

Wefa dibêje: "Ji ber êrişa Tirkiyê û çeteyên wê li ser herêma Silûkê em koçber bûn. Me destpê tevî tehdîdên domdar liber xwe da. Lê ji ber topbarana bêserûber li dijî gund û bajarokan, em neçar man malên xwe terik bikin."

Wefa destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de negot ev Ereb e, Kurd e yan jî Çerkez e. Wefa got, tiştek mîna ku li ser dezgahên çapemeniyê dihatin parvekirin nebû.

Wefa axaftinên xwe wiha domand: "Erdogan ji ber jiyana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya hezkirin û aştiyane, hêrs bû.  Ji ber wê hewl da bi êrişa xwe ya dawîn vê projeya demokratîk têk bibe. Lê hewldana wî ji ber vîn û hezkirina me,  bi bin ket.”

Wefa destnîşan kir ku armanca Tirkiyê bi cîhanê iyan e û got: “Lê dîsa jî cîhan li hember sûcên wî li dijî gelên herêmê bê deng e. Erdogan dixwaze qada herî mezin ji Sûriyê qut bike û tev li axa xwe bike. Da ku siyaseta pêşiyên xwe yên osmanî vegerîne herêmê. Osmaniyên ku li dijî kêmneteweyan mîna Çerkez û Ermen hovantirîn komkujî pêk anîne.”

Wefa diyar kir ku ew axa jê hatine koçberkirin ji bîr nakin û got: “Em ê bi tevahiya rêyên rewa banga mafên xwe bikin.”

Meclisa Kantona Girê Spî bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê Kampa Girê Spî di 22`ê Mijdara 2019`an de ava kir. Tê de 983 koçber ji tevahiya pêkhateyên Ereb, Kurd, Çerkez û Ermen ji tevahiya herêmên Girê Spî û gundewarê wê dimînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din