Erdogan lêpirsînên li ser çalakiyên Feyleq El-Qudis a îranî hilweşandin

Hikumeta AKP’ê li ser lêpirsîna şebekeya qaçaqiyê ya ku Feyleq El-Qudis a girêdayî Pasdarên Îranê bi rê ve dibe tepisand. Vê şebekê ajan dişandin Ewropa ku çalakiyên terorîst û ixbaratî pêk bînin.

Li gorî belgeyên ku malpera Nordic Monitor a siwêdî wergirtine, piştî veguhastina pergala istîxbarata îsraîlî "Mossad" agahiyên istîxbaratî ji Enqereyê re di 9’ê Nîsana 2013’an li ser planên bigûman ên Feyleq El-Qudis ên ji bo hedefgirtin cihûyên li Ewropa û Tirkiyê, lêpirîsnek bi şebeyekê(kom) re hat vekirin.

Gerînendeteya ewlehî ya giştî ya dewleta Tirkiyê ew agahî ji polîsên Istenbolê re rêkirin ku lêpirsînê veke, her wiha dadektîvan lêpirsîneke destpêk der barê navên li gorî agahiyên istîxbaratî hatine, vekir.

Di raporê de hat xuyankirin ku dosyaya nepenî ku serokê istîxbarata polîsan Ehmet Ozturk ji ajansên peywendîdar re di 20’ê Nîsana 2013’yan de şandine, tê de tê diyarkirin ku şebekeya qaçaqiyê ya ku afganistaniyê bi Mîr Axa Kerîmî Seyid Kerîm(37) bi rê ve dibe. Her wiha Seyid Kirîm mêrên girêdayî xwe ji Rojhilata Navîn dişandin Ewropa, bi wê re li Yewnanistan, Belçîka, Roma û Almanyayê belav dibûn.

2 welatiyên tirkî bi navên Reşad Comaşiyaka û Îtam Tahauglo belgeyên rêwiyê yên sexte çêkirin. Her wiha kesê bi navê Apê Halo û afganiyê bi navê Rida cihekî demkî ji kesên tên şandin re çêkirin. Gelek kesên di nava şebekeyê di dixebitîn bi hemwelatiyên tirkî û afganî bûn.

Malpera Nordic Monitor a siwêdî bi bîr xist ku polîsên Istenbolê ji bo çalakiyên şebeyê heta beriya agahiyên istîxbaratî yên ku ji Mossadê wergirtine, amade bûn.

(fr)


Mijarên Din