Eqîle Salih li Moskovê ye û êrişên Tirkiyê di rojevê de ne

Serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih îro li Moskovê hevdîtinan li dar dixe, jê jî seroka Meclisa Federal a Rûsyayê Valentina Matvienko ye.

Tê texmînkirin ku Salih ê ku duh gihîştiye paytexta Rûsyayê Moskovê, bi wezîrê karên derve Sergy Lavrov û nûnerê serokê taybet ê kar û barên Rojhilata Navîn Mîxaîl Bogdanov re bicive.

Moskovê ragihandibû ku piştevanî û alîkariya însiyatîfa Eqîle Salih a agirbestê û destpêkirina diyalgoa neteweyî ya di Nîsana borî de ragihandiye, dike, her wiha Moskovê diyar kir ku bingeheke baş a destpêkirina diyaloga neteweyî ya lîbyayî ye ku tê de tevahî hêzên siyasî û civakî hene, ji bo çareserkirian aloziyê.

Şêwirmendê Salih, Fethî Mirêmî ji çapemeniya rûsî re got serdana şêwirmend Eqîle Salih ji Moskovê re 3 girîngiyên xwe hene; dîplomatîk, aborî û leşkerî. Mirêmî destnîşan kir ku însiyatîfên çareya aştî, di serî de Peymana Qahîreyê, encamnameyên Konfeansa Berlînê dê di rojeva sereke ya serdanê de bin.

Mirêmî got vexwendnameyeke fermî ji serokê parlamentoya Lîbyayê re hat, her wiha bal kişand ser ku ji nava nîqaşên dê bên kirin, êrişên Tirkiyê li Lîbyayê jî hene. Her wiha gihandina agirbestê û aktîfkirina însiyatîfên siyasî û rola Rûsyayê wek dewleteke mezin dê girîngiyeke taybet bi dest bixîne.

Tirkiye piştevaniya hêzên hikumeta Wîfaqê di şerê li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê de dike, hikumeta Wîfaqê însiyatîfa Misirê ya çareseriya li Lîbyayê red kir. Ev însiyatîf Eqîle Salih li gel serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfa Hefter beşdar bû.

(fr)


Mijarên Din