Enwer Qerqaş: Êrîşa dewleta Tirk li ser Sûriyê, hêza terorîstan xurt dike

Wezîrê karên derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş tekez kir ku êrîşa dewleta Tirk li ser Sûriyê hêza terorîstan xurt dike û ragihand ku ew êrîşa dewleta Tirk bi yekcarî red dikin.

Di çarçoveya civîna awarte ya Komkara Erebî de ku taybet li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye lidarxistin, wezîrê karên derve yê Îmarata Erebî got êrîşên dijber ên dewleta Tirk aloziya mirovî çêdikin.

Qerqaş daxwaz kir ku tevahiya hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin. Her wiha got: “Êrîşa Tirkiyê li ser Sûriyê karîna terorîstan xurt dike.”

Qerqaş tekez kir jî ku Îmarat piştgiriya xebatên navneteweyî yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî aştiyane dike û daxwaz kir ku rola erebî di Sûriyê de bê aktîfkirin.

(rr)


Mijarên Din