Enwer Qerqaş: Êdî li herêmê xewnên berfirehbûnê nayên qebûlkirin

Wezîrê karên derve yê Îmaratê Enwer Qerqaş got divê dewleta Tirk dest di kar û barên dewletên herêmê wernede û piştrast kir ku nameya Îmaratê ji dewleta Tirk û Îranê re zelal e.

Enwer Qerqaş di hevpeyvîneke xwe de piştrast kir ku divê dewleta Tirk dest di kar û barên dewletên din wernede, ji ber ku di gelek raporan de veguhastina çek û çeteyan ji aliyê dewleta Tirk ve û gelek dozên din hatibûn îspatkirin.

Qerqaş wiha got: "Êdî tevlihevî û xewnên berfirehbûn û emperyalîzmê, nayên qebûlkirin."

Qerqaş îşaret bi peymanên aştiyê yên bi Îsraîlê re kir û got: "Peymana Abraham guhertineke girîng bû."

Girêdayî çareserkirina doza Filistînê jî, Qerqaş tekez kir ku ew yek girêdayî biryara filistîniyan bi xwe ye.

(cx)


Mijarên Din