Enwer Muslim: Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî zimanê xwe ferz dike

Enwer Muslim diyar kir ku dewleta Tirk rageşiyê li Sûriyê gur dike, gelek herêm dagir kirin, bi rêya ferzkirina ziman û pereyê xwe dest bi asîmîlekirina herêmên dagirkirî kir. Her wiha ciwanên wê şandin Lîbya û Azerbêcanê û kirin çete.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya pêngava "Ji dagirkeriyê re êdî bes e, ji tecrîdê re êdî bes e, em destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin" de li navçeyên Tirbespiyê û Til Berakê 2 civînên berfireh li dar xistin û rewşa siyasî û geşedanên dawîn ên li herêmê şîrove kirin.

TIRBESPIYÊ

Li Tirbespiyê civîn li Hola Roj li dar ket û tê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Abdulkerîm Saroxan axivî. Saroxan diyar kir ku Rojhilata Navîn di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, ew jî pêvajoya şerê navneteweyî ye. Ji ber vê divê gelê herêmê sûdê jê wergire û destkeftiyên şoreşê yên ku bi saya bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêze.

Abdulkerîm Saroxan bal kişand ser yekitiya neteweyî ya Kurd û wiha pê de çû: "Armanc ji  yekitiya neteweyî ya Kurd ew e ku li hemberî êriş û timayên dewleta Tirk bisekinin û dê bi awayekî erênî bandor li doza Kurd û pêkhateyên din bike.”

Abdulkerîm Saroxan îşaret bi lihevkirina Kurdan û Ereban kir û got ev peyman planên dewletên zilhêz ku li herêmê hewldana derxistina fitneyan dikirin, têk birin. Saroxan piştrast kir ku pêkhateyên herêmê bi saya yekitiya xwe êrişên li dijî herêmê têk birin û divê niha yekitiyê xurttir bikin.

TIL BERAK

Di heman çarçoveyê de li Til Berakê jî li hola meclisa navçeyê civînek li dar ket. Di civînê de hevserokê PYD`ê Enwer Muslim, bi dehan şênî û rûspiyên eşîrên navçeyê beşdar bûn.

Di civînê de Enwer Muslim axivî û da zanîn ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzvanên azadî, aştî û wekheviyê ne. Axa herêmê parastin, lê destwerdanên dewletên herêmê aloziya Sûriyê gurtir kirin. Hikumeta Şamê jî ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ne xwedî tu nêrînên cidî ye.

Enwer Muslim got dewletên destwerdana kar û barên Sûriye dikin tu berjewendiyên wê di çareseriya aloziya Sûriyê de tune ye, di serî Amerîka û Rûsyayê. Hemû li berjewendiya xwe li Sûriyê digere û armanc dike dest deynin ser berhemên Sûriyê.

Di dawiya de Enwer Muslim eşkere kir ku dewleta Tirk ji dewletên ku aloziya Sûriye gurtir kirine, gelek herêm dagir kirin û bi rêya ferzkirina zimanê tirkî siyaseta asîmîlekirinê ferz kir, li gel vê ciwanên li wan herêman ji bo wekî çeteyan şer bikin, şandin Lîbya û Azerbêcanê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din